'Jin bi parastina cewherî dijîn'

  • 09:01 23 Çile 2021
  • Rojane
Oznur Deger
 
ENQERE - Parêzera femînist Zekiye Karacaboz parastina cewherî wek parastina jiyanê nirxand û got: “Jin wek çareya dawî serî li parastina cewherî didin. Qêrînên derbarê 'edeleta mêr ne edeleta raste' bela sedem bilind nebûne. Ji bo jinan mixabin tahrîka bêmaf û rewşa baş ceza pêk nayê. Sînorê makul yê darazê ji bo jin û mêr cudaye.”
 
Semra Ozata ji bo xwe biparêz e parastina cewherî pêk anî û got "Ma her tim dê mêr jinan bikuje' mînakek e. Parastina cewherî ji bo jinan gelek girîng e. Em dikarin parastina cewherî wek ‘parastina jiyanê’ bi nav bikin. Tevî ku daraz û hemû mekanîzmayên parastinê jinan naparêze, her roj kuştinên jinan zêdetir dibin. Tenê di 2020’an de 332 jin di encama şîdeta mêr de hatin qetilkirin û mirina 110 jinan jî bi guman e. Ev tablo jî girîngiya mekanîzma ‘parastina cewherî’ nîşan dide. Parêzera femînîst Zekiye Karacaboz bal kişand ser xweparastina jinan. 
 
Jin bi parastina cewherî dijîn
 
Jin ji bo xwe biparêzin mafê parastina cewherî bikar tînin. Melek Îpek, Nevîn Yildirim, Çîlem Dogan, Namme Ozturk, Semra Ozata, Gurbet Çetînkaya, Elîf Katar, Aylîn Işik, Havva Zor, Yasemîn Çakal, Demet Y. Leyla, Nîmet Akgun û gelek jinên din bi parastina cewherî jiyana xwe xilas kirin. 
 
Nîmet Akgun: Ji ber şîdet pêk anî min kuşt
 
Nîmet Akgun li taxa Bahçelerustu ya Mamak a Enqereyê dijiya û 14’ê çile de li hember mêrê ku pê re zewicandî Alî Akgun ku li hember wê û keça wê şîdeta sîstematîk pêk dianî parastina cewherî pêk anî. Nîmetê bi gotinên ‘Şîdet li min û keça min dikir. Ji ber vê min wî kuşt’. 
 
Melek Îpek: Ji bo piştevaniya her kesî spas
 
Melek Îpek ya li navçeya Doşemealti ya Antalyayê dijiya, di 10’ê çile de li hember mêrê pê re zewicandî Ramazan Îpek ku îşkence lê kir, parastina cewherî pêk anî û wî kuşt. Piştî bûyerê Melek hat girtin û li ser vê jin ji her çar alî welat rabûn ser piyan û bertek nîşanê girtina Meleke dan. Melekê di peyama xwe ya bi hevkariya parêzer şand de wiha got: “Qet nebe li vir lêdan û şîdet tune.” Melekê ji bo hemû kesên piştgirî danê spasiyên xwe kir. Çalakiyên ji bo Melekê didomin.
 
Elîf Katar: Got ‘deynê min heye ez ê te bifroşim’
 
Elîf Kata li taxa Şehît Kubîlay a Keçîoeren a Enqereyê dijiya û di 20’ê Adara 2020’an de li hember mêrê bi navê Îsmaîl Katar parastina cewherî pêk anî û kuşt. Elîf  her tim bi şîdetê re rûbirû maye û herî dawiyê Îsmaîl jê re gotiye "Deynê min heye ez te difroşim." Elîf piştî bûyerê hat girtin. Di 16’ê cotmeha 2020’na de rûniştina wê hat dîtin ku 15 sal ceza lê hat birîn.
 
Havva Zor: Şîdet li min kir
 
Havva Zor ya li navçeya Belen a Hatayê dijiya, di 23’yê çileyê 2019’an de li hember mêrê pê re zewicandî Mîkaîl Zor ku keça wê îstîsmar kiribû û şîdet lê dikir, parastina cewherî pêk anî. Havva bi sûcdariya ‘ji qestî kes kuştin’ hat girtin. Di rûniştina 12’yê kîrmeha 2019’an de 15 sal ceza lê hat birîn.
 
Leyla: Gelo minê çawa bida sekinandin?
 
Leyla li navçeya Korkutelî ya Antalyaye dijiya û li dijî Durmuş Tayyar ku rastî êrîşa zayendî ya wî hatibû û dihat tehdîdkirin, di sibata 2018’an de parastina cewherî pêk anî û kuşt. Leyla piştî bûyerê hat girtin. Leylayê bi rûniştina biryarê de got "Bi dehan carî bi tehdîdê tecawiz kir. Ez ditirsyam ku tiştekî bi malbat û zarokên min bike. Mirovekî pîskopat bû. Digot ez ê zarokên te bikujim. Gelo minê çawa bida sekinandin?’ Dadgehê ewil cezayê seranserê jiyanê da û piştre ji tahrîka giran ceza daxist 10 salan.
 
Aylîn Işik: Got ‘ez ê tecawizê dayik û xwişkên te bikim’
 
Aylîn Işik li Sultangazî ya Stenbolê dijiya. Di 16’ê kanûna 2017’an de li hember mêrê pê re zewicandî Cîhangîr Işik parastina cewherî pêk anî. Aylîn ji bo jiyana xwe biparêze, mafê parastina cewherî pêk anî û bi sûcdariya "ji qestî hevjîn kuştin" hat girtin. Dadgehê ewil cezayê muebetê birî piştre şîdeta li hember Aylînê li ber çavan girt û daxist 15 salan. Aylînê wiha gotibû: “Cîhangîr digot ez ê tecawizê dayik û xwişkên te bikim. Digot ez ê te bikujim.”
 
Gurbet Çetînkaya hat tehdîtkirin
 
Gurbet Çetînkaya ya li Umraniye ya Stenbolê dijiya di 18’ê Tîrmeha 2017’an de Ridvan Yildirim yê tehdîda "Tu min nebî cem keça xwe ez ê tecawizê te bikim" lê kir bi parastina cewherî qetil kir. Gurbet piştre hat girtin. Li Gurbetê 13 sal û 4 meh ceza hat birîn.
 
Namme Ozturk hat tehlîyekirin
 
Namme Ozturk li Tuzla a Stenbolê dijiya û li hember mêrê ku dest jê berdabû Kazim Aydemîr, di tîrmeha 2016’an de parastina cewherî pêk anî û qetil kir. Name di 25’ê tîrmehê de hatibû girtin û di 12’yê cotmeha 2018’an de 12 sal û 6 meh ceza lê hat birîn. Biryar li îstînafê hat xerakirin û di 15’ê gulana 2019’an de hat tahliyekirin. Jinan li ber girtîgehê Namme pêşwazî kirin.
 
Semra Ozata: Ma dê her tim jin bê kuştin? 
 
Semra Ozata li taxa Eskîpazar a Altinordu ya Orduyê dijiya. Di 12’yê Gulana 2216’an de li hember hevjînê xwe Recep Ozata parastina cewherî pêk anî. Semrayê wiha got: “Ma her tim dê mêr jinan bikuje? Heta ku ew min bikuje min wî kuşt?" Li Semrayê cezayê muebeta giran hat birîn û heyetê tahrîka giran jî li ber çavan girt û ceza daxist 22 salan.
 
Çîlem Dogan: Ez li korîdorên edliyeyê pir geriyam
 
Çîlem Dogan di 8’ê tîrmeha 2015’an de li Edenê li hember mêrê pêre zewicandî Hasan Karabulut yê fihuş lê ferz kir û îşkence lê kir, parastina cewherî pêk anî. Çîlem hat girtin û bi hinceta "xizmê xwe qetilkirin" hat darizandin. Çîlemê di rûniştina biryarê de wiha got: “Min pir şîdet dît, ez çûm cem polîs. Ez bi ruyê xwe yê birîn pir li van korîdoran geriyam. Ji bo biryara parastinê. Wekê din riya min nema bû.” Serokê dadgehê, ji bo Çîlem ji kuştinê ceza negire şerh danî. Di biryara hat dayîn de 15 sal ceza lê hat birîn û piştre biryara tahliyeya wê hat dayîn.
 
Demet Y: 5 cal ceza lê hat birîn 
 
Demet Y. ya gundekî li Gêla Amedê dijiya di 11’ê hezîrana 2015’an de bi hewldana tecawiz û şîdeta Zekî Ç. rûbirû ma. Demet piştî bûyerê hat girtin. Demetê di parastina xwe de got "Dayika min ji bo ez rastî tecawizê bêm neanîm dinê." Heyetê bi hinceta "Ji qestî kes kuştin" 12 sal ceza lê birî û piştre jî daxist 5 salan.
 
Cezayê muebetê dan Nevînê 
 
Nevîn Yildirim li gundê Koruyaka a Yalvaç a Ispartayê dijiya. Nevînê di 28’ê tîrmeha 2012’an de li hember Nurettîn Gîder yê tecawizê wê kiribû parastina cewherî pêk anî. Nevîn piştî bûyerê hat girtin û jinan ji bo wê dest bi têkoşînê kirin. Heyeta girtîgehê tecawiz ji nedîtîve dîtin û cezayê muebetê li Nevînê birîn.
 
‘Hewl didin nasnameya jinê ji holê rakin’
 
Parêzera femînîst Zekiye Karacaboz cihê parastina cewherî ya di hiqûqê de nirxand û got 25’emîn xala TCK'ê parastina mafdar diparêze û got parastina cewherî "parastina jiyanê ye". Zekiyeyê destnîşan kir ku jin wek çareya dawî serî li parastina cewherî didin û wiha pê de çû: “Jin wek çareya dawî serî li parastina cewherî didin. Mêrên ku ji aliyê jinan ve wek çareya dawî tên kuştin, ne tenê êrîşê bedena jinê dikin. Êrîşê jiyan, terza jiyan, nasnameya jinê dikin. Hewl didin nasnameya jinê ji holê rakin.”
 
Zekiyeyê di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku xala ku jin ji bo xwe biparêzin û serî lê didin, xala 25’an e û ji ber ev di çarçoveya parastina cewherî de ye, divê jin ceza negirin û got: “Jinên neçar dimînin xwe û zarokên xwe biparêzin serî li vê didin. Ji ber vê jî ev ceza pêşniyar nake. Xalên 25, 27 û 29 xalên ku berat û bêcezabûnê didine. Divê ev di darizandinan de li ber çavan bê girtin. Lê ji mînakan em zêde ne bi hêvîne.”
 
‘Ji bo mêran di asta herî jor de daxistin tê kirin’
 
Zekiyeyê destnîşan kir ku qêrînên derbarê "edeleta mêr ne edeleta raste" bela sedem bilind nebûne û wiha axivî: “Ji bo jinan mixabin tahrîka bêmaf û rewşa baş ceza pêk nayê. Di rûniştinan de îdiaya herî biçûk a mêran tê qebûlkirin. Ji bo mêran di asta herî jor de ji tahrîka bê maf ceza tê dayîn. Lê ji bo jinên ku ji parastina cewherî wêdetir çareya wan namîne, biryara cezayên mezin dide. Yanî sînorê makul yê darazê ji bo jin û mêr cudaye. Çewistandina jinan êdî esasa ewil a hemû otorîteyane.”
 
‘Dengê jinê bilind dibe’
 
Zekiyeyê di dawiya axaftina xwe de balkişand ser berxwedan û piştevaniya jinan a li dijî hiqûqê û got jin şîdetê li hember yek kesî nabînin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Jin şîdetê li hember jiyana jinan dibîne. Jinên AKP’î û muhafakazar jî di ferqa girîngiya xala 6284'an de ne. Jin dizanin ku ji bilî piştevaniya wan ji tu derê piştgiriyê nabînin. Ji ber vê dema piştgiriyê didin jinekê di esasê de ji bo xwe têdikoşin. Ji ber vê jî dengê jinan li kolanê bilind dibe.”