ROJEVA 23'YÊ ÇILEYA 2021'Ê
- 09:00 23 Çile 2021
- Rojev
* Parêzera femînist Zekiye Karacaboz parastina cewherî wek parastina jiyanê nirxand û got: “Jin wek çareya dawî serî li parastina cewherî didin. Qêrînên derbarê 'edeleta mêr ne edeleta raste' bela sedem bilind nebûne. Ji bo jinan mixabin tahrîka bêmaf û rewşa baş ceza pêk nayê. Sînorê makul yê darazê ji bo jin û mêr cudaye.” BI DÎMEN
*58 roj in li girtîgehan greva birçîbûnê didome, jinên Wanê ji bo girtiyan banga piştevaniyê kirin û gotin: "Bila daxwaza girtiyan bînin cih û ji ber ku pêkanîna daxwazan ne ew qas zehmet e. Em naxwazin êdî ji girtîgehan cenaze derkevin." BI DÎMEN
*ŞIRNEX – Helîme Kara yek ji jinên ku li gel zextên malbat û mêrê pê re hatiye zewicandin serî netewandiye ye. Helîma ya ku zordestî qebûl nekir û piştî pêvajoyeke dirêj a têkoşînê li Cizîra Şinexê bi dirûnkariyê debara xwe dike got,"Bila jin zor û zextan qebûl nekin." BI DÎMEN