Şêniyên Şamê bi civînekê dagirkeriya Efrînê şermezar kirin

  • 17:07 22 Çile 2021
  • Rojane
ŞAM - Meclîsa Gel a Şamê bi minasebeta salvegera sêyemîn a dagirkeriya Efrînê civînekê li dar xistin. 
 
Meclîsa Gel a Şamê ji bo şermezarkirina êrîşên di 20'ê çileya 2018'an li ser Herêma Efrînê civînekê li dar xistin. Hola civînê bi wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, pakrewanên berxwedana Serdemê û pankartên bi nivîsa "Destdirêjiya li ser Efrînê destdirêjiya li ser Sûriyeyê ye" û "Gelê Şamê berxwedana Efîrnê pîroz dike" hate xemilandin.
 
Civîn bi deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê dest pê kir. Piştre Endamê Meclîsa Gel a Şamê Mezlûm Yûsif êrîşên dewleta tirk li ser herêma Efrînê şermezar kir û wiha got: "Dewleta tirk di sala 2018'an de bi awayekê pir bi hov êrîşî Herêma Efrînê kir û bi hezaran şêniyên resen ên Efrînê bi darê zorê hatin koçber kirin û niha li Şehbayê berxwedana xwe dom dikin. Mayina gel li Şehbayê serkeftina wan diyar dike. Şêniyên Efrînê bi vîneke mezin li hember hemû zordariyê li ser piyanin. Rizgarkirina Efrînê ji bo her însanekê erkeke û divê em bi rûhê yekitiyê, herêma xwe ji dewleta tirk û hevkarên wê rizgar bikin. Divê em xwedî hebûn û çanda kurdan a berxwedêr derkevin da ku em pergala dagirkeriyê hilweşînin."
 
Civîn bi dirûşma "Bijî berxwedana Efrînê" bi dawî bû.