Jinên ciwan li Şehbayê li ser tundiyê komxebatek li dar xistin

  • 16:49 22 Çile 2021
  • Rojane
ŞEHBA - Yekîtiya Jinên Ciwan a Herêma Efrînê derbarê tundiya li ser jinê li navçeya Fafînê ya Şehbayê komxebatek li dar xistin. Di komxebatê de hat diyar kirin ku li dijî her cureyên tundiyê divê têkoşînek bê dayîn. 
 
Yekîtiya Jinên Ciwan a Herêma Efrînê bi dirûşma "Ji hemû cureyên tundiya ku rastî civakê tê em dibêjin na" komxebatek li navçeya Fafînê ya Şehbayê bi tevlîbûna 150 delegeyan li dar xis tin. Her wiha Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê, Yekîtiya Jinên Ciwan a Herêma Cizîrê û Helebê jî beşdarî komxebatê bûn. Komxebat bi du beşan hate bi rêve birin. Mijara yekem tundiya li ser jinê û ya duyem jî zewaca bi temen biçûk e.
 
Komxebat bi deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê dest pê kir. Beşa yekem ji komcivînê tundiya li ser jinê, ji aliyê Endama Koordînasyona Meclîsa Jina Azad a Şehbayê Rîhab Çebo ve hate bi rêve birin. Rihab tundiya li ser jinê wiha şîrove kir: "Tundiya li ser jinê tê wateya tunekirina civakê ye. Niha li her derê civakê jin rastî tundiyê tên û naxwazin jin di nava civakê de bibe xwedî îrade û hebûn. Vê yekê jî desthilatdar bi zanebûn dike, ji ber hêzên desthilatdar jî dizanin ku dema jin di civakê de rola xwe bileyîze, civak bi zane dibe. Ji bo ku civak nekaribe xwe bi rêve bibe, tundiya herî mezin li ser jinê didin meşandin. Bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re jinê hebûna xwe ji nû ve ava kir. Niha jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di hemû kar û xebatan de cihên xwe digirin û rola herî sereke dileyîzin. Loma desthilatdar di hemû êrîşên xwe de yekem jinê armanc digire. Mînaka wan jî Hevrîn Xelef û Zehra Berkel in. Tundî ne tenê qetîlkirine, tundî gelek cureyên wê hene. Loma divê jinên ciwan ev xeteriya tundiyê baş analîz bikin û bi rêya zanebûnê dikarin tundiya li ser jinê ji holê rabikin."
 
Ji bo beşa duyem a zewaca di temen biçûk de sînevîzyonek hat pêşkêş kirin. Piştî sînevîzyonê Endama Komîteya Jineolojî ya Efrînê Zehrîban Hisên ev beş wiha şîrove kir: "Cureyên tundiyê yek jî zewaca bi temen biçûk e. Dema zarokek bi temen biçûk tê zewicandin di aliyê derûnî de pir zextên mezin dijî. Hîna jî di nava civakê de ew kevneşopiya civakê tên jiyîn û malbat bê zanebûn zarokên xwe bi temenek biçûk de didin zewicandin. Ji bo ku em tundiya li ser jinê û kevneşopiya civakê ya paşwerû bigohêrînin, pêwistî bi zanebûnê heye. Zanebûn tiştek wiha ye ku mirovan ji hemû cureyên tundiyê xêlas dike."
 
Piştî niqaşê, di komxebatê de bîryar hatin girtin. Bîryarên ku hatine girtin wiha ne: 
 
"* Ji bo ku jinên ciwan bi zanebibin, dê girîngiyê bidin xwendinê.
 
* Ji bo wekheviya di navbera her du zayendan de dê têbikoşin. 
 
* Jinên ciwan di beşa siyasî, civakî û jiyanî de rolê sereke bigirin." 
 
Komxebat bi dirûşma "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.