Li Amedê hejmara pêketiyên koronayê kêm bûn

  • 15:52 22 Çile 2021
  • Rojane
AMED - Derbarê hejmara pêketiyên vîrûsa koronayê de Odeya Bijîşkan a Amedê daxuyaniyek da û diyar kir ku li Amedê hejmara pêketiyên vîrûsê daketiye 100-150’an û lê pêla yekemîn hê jî bi dawî nebûye. 
 
Odeya Bijîşkan a Amedê (DTO), rapora nirxandina kovîd-19 ên mehên mijdar û kanûnê yên sala 2020’an li avahiya xwe bi civîneke çapameniyê aşkera kir. Seroka Odeya Bijîjkan a Amedê Elîf Tûran ku raporê aşkera kir, diyar kir ku li Amedê hejmara pêketiyên vîrûsa koronayê yên rojane ji 850 daketiye 100-150’an. Elîf, da zanîn ku her çiqas bergiriyên bi sînor hejmara pêketiyan daxînin jî pêla yekemîn a vîrûsa koronayê hê jî bi dawî nebûye.
 
Elîf, destnîşan kir ku li Amedê 17 kedkarên tenduristiyê ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest dane û li girtîgehan jî hejmara pêketiyan zêde dibe.