Beriya daxuyaniyê avahiya HDP'ê ya Cizîrê hat dorpêçkirin
- 12:26 22 Çile 2021
- Rojane
ŞIRNEX - Berî daxuyaniya ku Rêxistina HDP'ê ya Cizîrê wê bide avahiya navçeyê ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin.
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Cizîrê ya Şirnexê, dê têkildarî çalakiya grevên birçîbûnê saet di 13.00'an de daxuyaniyê bide, berê wê avahiya navçeyê û Meydana Dortyolê ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin.
Rêvebirên HDP'ê û welatiyên ku tên navçeyê ji aliyê polîsan ve ji GBT'ê tên derbaskirin.
Her wiha dorpêça li derdora avahiya navçeyê hîn didome.