Dayika Huda Kaya jiyana xwe ji dest da

  • 12:23 22 Çile 2021
  • Rojane
STENBOL- Dayika Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya, Munevver Gezer jiyana xwe ji dest da. 
 
Dayika Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Stenbolê Huda Kaya,  Munevver Gezer jiyana xwe ji dest da. Huda wefata diya xwe bi peyama "Canê min dayika min jiyana xwe ji dest da"  ya li ser medyaya civakî ragihand. 
 
Ew ê îro cenazeyê Munevverê saet di 1500'an de ji Zincirlikuyuyê bê girtin û li Goristana Hasdalê bê oxirkirin.