Çalakiya xwedîderketina li Asayîşa Şengalê 52 roj in didome

  • 10:09 22 Çile 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya xelkê Şengalê ya bi armanca piştgirîdana Asayîşa Êzidxanê hatî destpêkirin 52 roj in, berdewam dike.
 
Li dijî peymana Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê û her wiha ji bo piştgirîdayîna Asayişa Êzidxanê, xelkê Şengalê bi dirûşma "Em hemû asayîş in" li pêşiya Navenda Asayişa Şengalê kon vedan. Çalakî di roja xwe ya 52’yan de berdewam dike.