'Tecrîd ne tenê li ser girtîgehan li ser hemû gel e'

  • 09:05 22 Çile 2021
  • Rojane
Melîke Aydin 
 
ÎZMÎR - Dayika girtiya bi navê Rozerîn Kalkan a tevlî greva birçîbûnê ya li girtîgehan didome bûye, Şerîfe Kalkan da zanîn ku tecrîd li ser hemû civakê pêk tê û bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan.
 
Bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û bidawîbûna binpêkirinên li girtîgehan, girtiyên siyasî di 27’ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem-dorveger kirin. Girtiya bi navê Rozerîn Kalkan li Girtîgeha Jinan a Şakranê berê jî tevlî grevê bûbû. Dayika wê Şerîfe Kalkan da zanîn ku polîtîkayên tecrîdê bandor li ser hemû gelên Tirkiyeyê dike û balkişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehê.
 
Her kes di bin tecrîdê de ye
 
Şerîfeyê da zanîn ku keça wê Rozerîn 4 sale li Girtîgeha Jinan a Şakranê girtiye û ji Mêrdînê birine Îzmîrê. Şerîfeyê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştî keça min birin Îzmîrê em hem di alî aborî û hem jî di alî veguhestinê de zehmetiyan dikşînin. Keça min di grevê de ye. Rewşa wê ne baş e. Girtîgeh pir sar e. Kalorîferan naşewitînin. Daxwaza wan rakirina tecrîdê ye. Ev tecrîd ne tenê li girtîgehan li her derê heye. Li her malê tecrîd heye. Em nikarin tiştekî bêjin, hema em tên girtin. Em tecrîdê qebûl nakin.”
 
‘Zarokên me sûc nekirine ku poşman bibin’
 
Şerîfeyê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku li girtîgehan nameyan nadin, pirtûk û kovaran nadin û wiha dawî lê anî: “Bi qanûna dawî ya hatiye derxistin poşmaniyê li girtiyan ferz dikin. Ma zarokên me sûc nekirine ku poşman bibin. Em ne poşman in. 50 sal ceza jî bidin em ne poşman in. Em heta dawî ligel zarokên xwe ne. Qanûn derxistine, tenê ji bo Kurdan derxistine.”