'Hêviya me ya vegera Efrînê mezin e'

  • 09:04 22 Çile 2021
  • Rojane
Sara Şêx Hesen
 
HELEB - Jina bi navê C.E. a ku hevjînê wê ji aliyê komên girêdayî dewleta tirk ên li Efrînê tê qetilkirin û cenazayê wî bi rojan li erdê dimîne wiha got:"Me nedixwest erdên me bi destên dagirkeran bihata dagirkirin û em bi darê zorê hatin koçberkirin. Hevjînê min heta kêliya dawî jî digot ger mirinek min hebe bila li ser axa Efrînê be."
 
Di 18'ê Adara 2018'an de dewleta tirk û komên girêdayî wê Efrînê dikin bin kontrola xwe û piştre gelek kes tên qetilkirin û gelek pirsgirêkên binpêkirina mafên mirovan rû didin. Hevjînê jina bi navê C.E ya ji Efrînê ye, 38 salî û dayika 4 zarokan e jî li Efrînê ji aliyê komên girêdayî dewleta tirk ve tê qetilkirin û cenazeyê wî bi rojan li erdê dimîne. C.E êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê û bûyera qetilkirina hevjinê xwe bi me re parve kir.
 
'Em girêdayî ax û dîroka xwe ne'
 
C.E diyar kir ku wê weke jin li hember tank û topên dewleta tirk 58 rojan li ber xwe daye û got: "Ez di destpêkê de êrîşên dewleta tik û çeteyên wê bi tundî şermezar dikim. Dewleta tirk di 20'ê Çileyê de bi awayekî pir bi hovane êrîşî herêma me kir. Ruxmê balafirên şer, çekên giran û qedexekirî êrîşî me kir, lê me berxwedanek destanî raber kir. Em wek şêniyên Efrînê gelek girêdayî ax û dîroka xwe ne. Beriya Efrîn were dagirkirin em di bihuştê de dijiya, lê niha berovajî bûye, jiyan li Efrînê bûye dojeh. Li Efrînê tişt li me kêm nedibû, ji ber xêr û bereketa wê pir zêde bû. Me di nava erdên xwe de bi darên zeytûnan jiyanek afirandibû. Me nedixwest erdên me bi destên dagirkeran bihata dagirkirin û em bi darê zorê hatin koçberkirin."
 
'Hêviya me ya vegera Efrînê mezin e'
 
C.E da zanîn ku ew piştî ji Efrînê derketine jiyana koçberiyê ji wan re zehmet dihat û wiha domand: "Piştî ku herêma Efrînê di 18'ê Adarê de hate dagirkirin ez, hevjîn û zarokên xwe derketin û me berê xwe da Kantona Şehbayê. Di gava yekemîn de jiyan li Şehbayê pir zehmet bû û em di nava erdan de radiketin. Koçberbûyin ji me re pir giran dihat, ji ber em bi axa xwe re gelek girêdayî bûn. Axa me dayika me bû û erdê me jî jiyana me bû. Ji bo wê ez êşa koçberiyê nikarim bînim ser ziman. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk yekser kampa koçberan ava kir û em tê de bic kir. Hemû pêwistiyên me bi cih anîn û êşa me ya koçberiyê hîs kir. Ruxmê zor û zehmetiyan hêviya me ya vegera Efrînê heye."
 
'Mirineke min hebe bila li ser axa Efrînê be'
 
C.E destnîşan kir ku hevjinê wê li Efrînê ji aliyê komên girêdayî dewleta tirk ve hatiye qetilkirin û wiha dirêjî da gotina xwe: "Piştî ku Efrîn hat dagirkirin hevjinê min yekser min û zarokê min derxist û em derbasî Şehbayê kirin. Malbatên ku li Efrînê mabûn, bi telefonê hevjinê min geriyan û digotin tiştek nîne cardin vegere. Hevjînê min jî pir dilpaqij bû, bawer kir û berê xwe da Efrînê. Çawa ku hevjinê min gava xwe diavêjê Efrînê ji aliyê komên çeteyan ve bi awayekî hovane tê gulebarankirin. Piştî ku hevjinê min jiyana xwe ji dest dide bi rojan bedena wî li erdê dimîne. Paşê xizmên min ên ku li Efrînê mabûn, telefon ji min re vekirin û gotin hevjinê te xwe bi xwe jiyana xwe ji dest daye, lê di rastiyê de ne wiha bû. Çeteyan bi rojan laşê hevjinê min li erdê hiştin û digotin heta jin û zarokê wî neyê em laşê wî ji erdê ranakin. Piştî çend rojan xizmeke min bi dizî laşê hevjinê min ji erdê radike û bi awayekî veşartî vedişêre. Piştî demekê çete ferq dikin û xizma min ji îşkenceyê re derbas dikin. Paşê ew bi awayekî veşartî ji Efrînê derdikeve û berê xwe dide welatên Ewropayê, lê mixabin di rê de di nava avê de difetise û jiyana xwe ji dest dide. Hevjînê min heta kêliya dawî jî digot ger mirinek min hebe bila li ser axa Efrînê be."
 
'Daxwaza min ew e ku Efrîn rizgar bibe'
 
C.E herî dawî bi van gotinan daxwazên xwe anî ser ziman: "Dewleta tirk û çeteyên wê gelek komkujî, revandin û dizî li Efrînê kirin. Ruxmê ku em li Efrînê sivîl bûn jî em hatin hedefgirtin. Hevjinê min jî li mala xwe bû û karê xwe dikir. Ruxmê wê yekê jî bi awayekî pir hovane hate qetilkirin. Daxwazên min ew e ku Efrîn rizgar bibe û ez biçim ser gora hevjinê xwe."