Serdanên heyeta KCD, DBP û HDP’ê li Misircê didomin

  • 16:30 21 Çile 2021
  • Rojane
SÊRT - Şandeya KCD, DBP û HDP'ê di çarçoveya xebatên yekitiya neteweyî de, serdanên xwe li navçeya Misircê didomînin. Di serdanan de esnafan pirsgirêkên xwe ji şandeyê re ragihandin. 
 
Hevserokê Giştî yê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş û Parlamenterê HDP’ê yê Sêrtê Sidik Taş, di çarçoveya xebatên yekitiya neteweyî de di roja duyemîn de serdanên xwe yên li Sêrtê didomînin. Şande, di çarçoveya xebatên xwe de îro serdana navçeya Misircê ya Sêrtê kir û bi esnafên navçeyê re hat gel hev. 
  
Beriya serdana esnafan heyet li Rêxistina HDP’ê ya Navçeyê bi gel re hat gel hev. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, li vir axaftinek kir û bal kişand ser zextên AKP-MHP’ê yên li ser kurdan û wiha got: “Li dijî zextên zêdebûyî yên desthilata AKP-MHP’ê gelê kurd li ber xwe dide. Li dijî vê faşîzmê bi salan e Gelê Kurd li ber xwe dide. Her zext û tundî berxwedanê zêde dike. Ev berxwedan tirs û faşîzma ku ew dixwazin ava bikin têk dibe. Me di serdanên xwe yên li gelek bajaran de ev yek dît. Me di serdanên xwe yên navçe û bajaran de dît ku gel tirsê ji ser xwe avêtiye. Meşa li Wanê mînaka dawîn a vê yekê ye.”
 
Piştre şande serdanan esnafan kir. Esnafên kolanên Yenîdogan, Emniyet, Beykent û kolana Hunerê bi eleqeyeke zêde heyetê pêşwazî kirin. Esnafan pirsgirêkên xwe yê aborî ji şandeyê re ragihandin û gotin ku pirsgirêka bingehîn a kurdan yekitiya neteweyî ye. Şande piştre jî li navçeyê serdana malbatan kir.