Beriya daxuyaniya ji bo grevê êrîşî girseyê kirin

  • 15:42 21 Çile 2021
  • Rojane
STENBOL - Di pêşengiya HDP'ê de hat xwestin ku derbarê greva birçîbûnê de daxuyanî bê dayîn, lê beriya daxuyaniyê avahiya HDP'ê hat dorpêçkirin û polîsan êrîşî girseya li ber partiyê kir. 
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Stebolê ji bo ku balê bikişîne ser greva birçîbûnê ya li girtîgehan ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan hatiye destpêkirin, xwest bi awayê girseyî daxuyaniyê bide çapemeniyê.  D axuyaniya ku hat xwestin li ber avahiya HDP'ê ya Kadikoyê bê dayîn, rêxisitnên HDP'ê yên bajêr û navçeyên bajêr, Meclisa Jinan a HDP'ê ya Stebolê , Tevgera Jinên Azad (TJA), Komelya Piştevaniya bi Girtî û Hukumxarên Marmarayê re (MATUHAY -DER)  û  gelek kes tevlibûn. 
 
Dorpêça polîsan 
 
 Beriya daxuyaniyê avahiya navçeyê ya partiyê hat dorpêçkirin û hemû rêyên ku derdiketin ber HDP'ê ji aliyê polîsan û wesayitên zirxî yên polîsan ve hatin girtin. Polîsên ku bi bi rêveberên bajêr ên HDP'ê re hevdîtin kirin gotin ku ji aliyê qeymeqamtiyê ve tu qedexe nehatiye kirin û hûn nikarin tu çalakiyê pêk bînin.  Deriyê avahiya HDP'ê ya navçeyê ji alyê polîsan ve hat girtin.
 
Girseya ku ji bo daxuyaniyê xwest bê ber avahiyê dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan" berz kirin û polîsan êrîşî wan kir.