Li Girtîgeha Eregliyê girtiyên edlî yên siyasî tacîz dikin

  • 11:31 21 Çile 2021
  • Rojane
 
ENQERE - Li Girtîgeha Ereyliya Konyayê ya Tîpa T girtiyên siyasî di hevdtîinên bi telefonê bi malbatên xwe re kirin de diyar kirin ku wan piştî dest bi grevê kirine tundiya li ser wan zêdetir bûye û ji aliyê girtiyên edlî ve tundiya fizîkî û derûnî li wan tê kirin. 
 
Çalakya greva biçîbûnê ku di 27'ê Mijdara 2020'î de li dijî tecrîda li Îmraliyê û binpêkirinên mafan hatibû destpêkirin di roja 56'emîn de berdewam dike. Piştî ku greva hat destpêkirin li gelek girtîgehan binpêkirinên mafan ên li dijî girtiyan jî zêdetir bûn.  Girtiyên li Girtîgeha Ereyliya Konyayê di hevdîtina bi telefonê bi malbatên xwe re kirde binpêkirinên mafan ên li girtîgehan vegotin. 
 
Hat ragihandin ku girtiyên li qawîşên cuda diman û xwestine derbasî heman qawîşê bibin şandine blokeke din. Hat ragihandin ku 9 girtiyên birine Girtîgeha Ereyliya Konyayê ya Tîpa T lêgerîna tazî li wan hatiye kirin, piştre jî birine li hucreyên yek kesî bi cih kirin û li ser berxwedana girtiyan piştre 4 girtî birine gel hev. 
 
Girtiyên Edlî yên siyasî tacîz dikin
 
Pitî têkoşîneke demdirêj hat diyarkirin ku girtiyên siyasî yên ku girtine du qawîşan daxwaznameya wan a ku pê xwestine li heman qawîşê bimîn ji alyê rêveberiya girtîgehê ve hatiye redkirin. Malbatên girtiyan pêkanînên dijmirovî ku xizmên wan bi wan re rûbirû tên hiştin wiha vegotin: "Vê carê jî di navbera du qawîşên girtiyên siyasî de qawîşek ji bo girtiyên edlî vekirine û ew lê bi cih kirine. Girtiyên edlî çêrên ku mirov nikare bîne ziman li girtiyên siyasî dikin. Di 16'ê Cotmeha 2020'î de Omer Hayetî, Îmam Buzî, Cudar Îcus û Mehmet Can ên ku ji Gîrtîgeha Kirşehîrê anîn Girtîgeha Ereyliyê û lêgerîna tazî li wan hat kirin girtine qawîşekê. Reşît Kodax ê ku du sal e di hucreya yek kesî de dimîne jî bêyî daxwaza wî birine qawîşa girtiyên edlî.  Girtiyên siyasî ku hefteya borî ketibûn grevê jî bi rêya telefonê diyar kirin ku rêveberiya girtîgehê tehamûlî çalakiya grevê nake." 
 
'Piştî çalakiyê tundî zêde bû'
 
Xizmên girtiyan diyar kirin ku piştî girtiyan dest bi grevê kirine tundiya li ser wna zêde bûye û wiha gotin: "Omer Hayatî Îmam Buzî, Cudar Îcus, Mehmet Can û Reşît Kodax ji qawîşa ku tê de bi hev re dimînin jî ji aliyê kesên li qawîşa edlî diman jî hatine tacîz kirin û ji ber vê girtiyan daxwazname dane rêveberiya Girtîgeha Tîpa T ya Ereyliyê û xwestine ku ji qawîşa 5 kesî bên derxistin. Lê rêveberiya girtîgehê ew şandine blokeke din. Herwiha girtiyên siyasî hîna jî ji aliyê girtiyên edlî ve tacîza gotinî li wan tê kirin. Rêveberiya girtîgehê jî ji bo ku girtiyên siyasî neyên gel hev çi ji destên wê tê dike."