Çalakiya xwedîderketina li Asayîşa Şengalê 51 roj in didome

  • 10:28 21 Çile 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya xelkê Şengalê ya bi armanca piştgirîdana Asayîşa Êzidxanê hatî destpêkirin 51 roj in, berdewam dike.
 
Li dijî peymana Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê û her wiha ji bo piştgirîdayîna Asayişa Êzidxanê, xelkê Şengalê bi dirûşma "Em hemû asayîş in" li pêşiya Navenda Asayişa Şengalê kon vedan. Çalakî di roja xwe ya 51’an de berdewam dike.
 
Pêkhateyên herêmê her roj tên serdana konê berxwedanê û xwedî li asayîşê derdikevin.