Remziye Tosun: Ji salên 90’î heta îro li Licê şerek taybet heye

  • 10:23 21 Çile 2021
  • Rojane
 
Sema Çaglak
 
AMED - Parlamentera HDP Remziye Tosun diyar kir ku li ser navçeya Licê ya Amedê polîtîkayek taybet tê meşandin û wiha got: “Gelek deriyê welatiyan hatiye şikandin, zilm û îşkenceyek mezin li ser welatiyan hatiye kirin. Bi van polîtîkayên şer dixwazin welatiyan ji warê wan koçber bikin.”
 
Operasyona leşkerî ku di 9’ê çileyê de li gundên Cinezur, Dêrxûst, Hiseynik û Mişrefê yên navçeya Licê ya Amedê hatibû destpêkirin, didome. Her wiha leşkeran li gundên herêma operasyonê bi ser malan de girtibûn û 8 kesan bi hinceta “endamtiya rêxistinê” binçav kiribûn û piştre hatibûn girtin. Leşkerên ku li herêmê operasyonê didomînin, 19’ê çilê serê sibehê li navend û gundên Dêrxust, Xezmaz û Sîsê bi ser gelek malan de girtin. Dema serdegirtinê leşkeran gundan bi makîneyên zirxî dorpêç kirin û amûrên li malan ji hev belav kirin. Hat hînbûn ku di serdegirtinan de herî kêm 35 kes hatine binçavkirin. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Remziye Tosun têkîldarî mijarê axivî.
 
‘Ji salên 90’î heya îro li ser Licê şerekê taybet tê meşandin’
 
Remziyeyê daxuyand ku ji salên 90’î heya niha li ser Licê şerekê bi taybet tê meşandin û wiha axivî: “Di salên 90’î de gundên wan hat şewitandin, malên wan hat wêrankirin û bi hezaran kes koçber bûn. Lê tevî van êrîşan xelkê Licê serî netewandin û dîsa jî li ber xwe dan. Her wiha cerdevantî û sixurtinê spartin şêniyên Licê. Wekî şerên taybet a ku îro tê meşandin di wan salan de ji bo Licê di dewreyê de bû.”
 
‘Deriyên malan hatin şikandin’
 
Remziyeyê diyar kir ku şêniyên Licê bedelên gelek giran dane û wiha got: “Li Licê dîsa operasyonek bi navê 'Eren-2' hat destpêkirin. Dîsa tunekirina kurdan tê armanc kirin. Gelek deriyê welatiyan hatiye şikandin, zilm û îşkenceyek mezin li ser welatiyan hatiye kirin. Herî dawî 35 kes hatibûn binçavkirin, me hêj jî agahî ji wan negirtiye û em nikarin bigirin jî. Lê belê welatî ji zêdebûna binçavkirinan bi fikar in.”
 
‘Bi polîtîkayên şer koçberiyê ferz dikin' 
 
Remziyeyê destnîşan kir Gelê Kurd tu carî li hemberê wan polîtîkayên şer bêdeng nema ne û wiha pêdê çû: “Piştî ku pêvajoya aştî û aramî xelas bû, kolan û bajêran wêran kiribûn û polîtîkayên îmhakirinê dabûn destpêkirin. Niha dîsa ew polîtîkayên xwe xistine dewrê. Dixwazin kurdan bi qirkirin û kuştinê terbiye bikin. Niha jî li derdorê Licê li ser gundiyan çavtirsandinek pêk tînin. Ji bo ku xelkê Lîcê ji wan zext û şerê ji warê xwe koçber bibin. Di nav malbatên ku 8 kes hatibû girtin, ji malbatek re gotine 'Gerek hûn ji wan deran herin' û bi vî awayî malbatan bi koçberiyê re neçar dihêlin. Desthîlatdar bi qirkirinê, qetlîam, şikandin û şerê dixwaze siyaseta xwe bimeşîne. Bi vî polîtîkayê dixwaze civaka tirk û kurdan terbiye bike. Lê belê tu siyaset bi şikandin, qirkirin û bi wêrankirinê nameşe. Bi vî helwestê tu civak nayê tepisandin.”
 
‘Li dijî polîtîkayên şer seknekê berxwedêr heye' 
 
Polîtîkaya tune kirina kurdan îro zêdetir hatiye pêşxistin. Her wiha bi vî polîtîkayê jî di nav hemû gelên ku li ser wê axê jiyan dike şikandinek ava dike. Lê belê desthîlatdara ku bingeha xwe bi şer û xwînê dixwaze birêve bibe, berdewamiya wî ne pêkan e. Li Tirkiyeyê siyaseta girtin, tecrîd û îşkenceyê tê meşandin û ev hemû girêdayî hevdû ne. Niha li her deverên heremê şerên cuda cuda tên meşandin. Gava mirov bala xwe bide, bi taybet cihên bi rêxistinbûnî di hedefa desthîlatdarê de ye. Ji ber ku li wan deran rihekê berxweder heye. Bi polîtîkayê sixurtinê dixwazin vîna malbatan bidin şikandin. Lê Gelê Kurd jî li hemberê wan lîstikên qirêj seknekê berxweder nîşan didin."
 
'Em çûn serdana gundiyan' 
 
Remziyeyê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Hefteya borî ku operasyon çêbibû em wek parlamenterên HDP û rêxistinên navend û navçeyên HDP çûbûn serdana gundiyan. Çend malbat hatibûn girtin lê dîsa jî bi rêxistin bûn û xwedî li nirxên xwe derdiketin. Me ji hevdu hêz digirt. Em ê serdanên xwe yên bi gundiyan re berdewam bikin û demên pêşiyê de bi bernameyek em ê xebatên xwe re berdewam bikin.”