'Rêveberiya Xweser berhemeke şoreşa jinê ye'

  • 10:10 21 Çile 2021
  • Rojane
Rojda Seyidxan
 
QAMIŞLO - Hevseroka Kantona Qamişloyê Perwîn Yûsif bi boneya salvegera damezrandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ya li Cizîrê nirxandin kir. Perwînê wiha got: "Avakirina Rêveberiya Xweser, berhema keda gelê herêmê bû. Di avakirina Rêveberiya Xweser de jinê gelek gavên pîroz avêtin û ji avakirinê re pêşengtî kir."
 
Li Cizîra Rojava xweseriya demokratîk di 21’ê Çileyê ya 2014’an hat îlankirin. Li Rojavaya ku xwediyê Peymana Civakî ya azadî, wekhevî û ekolojîst e hat ragihandin ku ew ê kantonên Rojava li gor vê peymanê bê birêvebirin. Di avakirina Rêveberiya Xweser de jinê roleke sereke lîst û jê re pêşengtî kir. Di nava avakirina Rêveberiya Xweser de jinê mafê xwe bi dest xist û sîstema hevserokatiyê di nava hemû saziyan de da rûniştandin. Têkildarî damezrandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Hevserok Kantona Qamişloyê Perwîn Yûsif nirxandin kir û ji me re parve kir.
 
'Rêveberiya Xweser berhemeke şoreşa jinê ye'
 
Perwînê salvegera 7’emîn a Rêveberiya Xweser li hemû gelên ku di heremê de dijîn pîroz kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Avakirina Rêveberiya Xweser, berhema keda welatparêzan bû. Li ser axa Kurdistanê zemîneke wê ya pir xurt hebû û bi pêşengtiya kurdan xwe da der. Dema ku Şoreşa Sûriyeyê hate destpêkirin,  Gelê Kurd rêxistin û yekîtiya xwe xurtir kir û dikarîbûn bi hemû pêkhateyên herêmê re xebatek hevbeş bidin meşandin. Ji 2012’an ve gelê me yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nava şoreşa hebûn û tunebûnê de ye, ji bo ku şoreşa me bi serkeftinên mezin tacîdar bibe, Rêveberiya Xweser bi avabûna xwe re hemû hîmên vê şoreşê parast. Rêveberiya Xweser berhemeke şoreşa jinê ye."
 
'Di Rêveberiya Xweser de jin xwedî rol û misyon e'
 
Perwînê derbarê pêşengtiya jinê ya di avavkirina Rêveberiya Xweser de nêrîna xwe anî ziman û wiha domand: "Şoreşa Rojavayê Kurdistanê berfireh dibû, ji bo wê pêwîstî hebû ku êdî rêveberiyek hebe pêdiviyên vê civakê bi cih bîne.  Jixwe di avakirina Rêveberiya Xweser de jin xwedî rol û misyon bûn û ji sedî 50 koteya xwe di nava saziyên Rêveberiya Xweser de girt. Di her saziyekê de sîstema hevserokatiyê hate rûniştandin û jinan mafê xwe yê pêşengtiyê bi dest xistin. Me gelek gavên pîroz avêtin, ji ber gelê herêma me ji mafê xwe hatibûn dûrxistin û bêedaletiyek di civakê de li ser jinê hebû. Me projeyeke demokratîk da rûniştandin û mafê hemû gelan di nav de parast. Rêveberiya Xweser li ser pîvanên Netewa Demokratîk xwe bi rêxistin kir."
 
'Gel hem parastina xwe dikir, hem sîstema xwe ava dikir'
 
Perwînê da zanîn ku li kêleka şerê li herêmê rû dida gel hem parastina axa xwe dikir, hem jî sîstema xwe ya demokratîk ava dikir û wiha pê de çû: "Bi têkoşînê re me sîstema xwe ya demokratîk ava kir. Di salên şoreşê de gelek berjewendiyên desthilatdaran ser axa me hebûn, ji bo wê me hem şerê xwe li dijî serweran dida meşandin û li aliyê din jî me rêveberiya xwe bi cih dikir. Hêzên hegemon nedixwestin em sîstema xwe ya demokratîk bidin avakirin, ji bo wê heta niha jî êrîşên dijwar li ser pergala me tên kirin. Di nava aloziyeke dijwar de me îsbata serkeftina projeya xwe kir û pê re jî şoreşa me bi ser ket. Helbet em ji bîr nekin keda bi hezaran cangoriyên ku di ber vê axê de canê xwe feda kirin û ev sîstema demokratîk ji berhemên têkoşîna wan jî bû.  Em di têkoşîna xwe de bi israr in û tu kes nikare êdî gelê me yê ku fêrî azadiyê bûne, bike kole."
 
'Rêveberiya Xweser modela demokrasî û wekheviyê ye'
 
Perwînê hin destkeftiyên ku di nava 7 salan de bi dest xistine bi bîr xist û wiha bi dawî kir: "Em ji 2014’an de bigirin dest û heta 2021’an, me dikarîbû sîstemeke demokratîk ku hebûna jin û pêkhateyan tê de were qebûlkirin, ava bikin. Cara yekem e ku kurd, ereb û xiristiyan di nava yek sîstemê de kar û xebatê bi hev re didin meşandin. Her wiha hemû pêkhateyên herêmê di nava Rêveberiya Xweser de bi çand, ziman û hebûna xwe dijîn. Rêveberiya Xweser modela demokrasî û wekheviyê ye."