‘Serdestiya mêr saltana xwe li ser kuştina jinan didomîne’

  • 09:06 21 Çile 2021
  • Rojane
STENBOL - Jina bi navê Munevver Kizil diyar kir ku di her cureyê sûcê li dijî jinan tê kirin de şîdeta mêr ne munferîte û diyar kir ku gumanbar bi zanebûn ji aliyê darazê ve tên parastin û got: “Ji bo serdestiya mêr saltana xwe bidomînin kuştina jinan rewa dibînin.”
 
Jin li her qada jiyanê bi gelek cureyê şîdetê re tên rû hev. Şîdet ne tenê fîzîkiye, şîdet pir alî û sîstematîk e. Jina bi navê Munevver Kizil ku 8 salan rastî şîdeta sîstematîk hat, da zanîn ku şîdet ne yek aliye û got ji aliyê darazê ve jî rastî şîdetê tên.
 
Munevverê bi lêv kir ku di pêvajoya dozan de îfadeya jinan esas nayê girtin û ev tişt got: “Tevî hemû delîlan, dibêjin gelo em ê kujeran çawa paqij derxînin. Daraz gumanbaran diparêze. Yek ji sedema zêdebûna şîdeta li ser jinê, polîtîkayên bêcezabûnê ne. Di dozan de bi rastî jî cezayên bi bandor nayên dayîn. Qanûn di pratîkê de pêk nayên. Ji bo jinan tu qanûn pêk nayên. Ji bo jinan tu qanûn pêk nayê. Dema em diçin edliye û qerekolê em sûcdar tên dîtin. Ji bo çareseriyê tu biryar tune.”
 
‘Ceza bidin gumanbaran nikarin li wan kursiyan rûnin’
 
Munevverê di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku polîtîkayên bêcezabûnê bi armanca çewisandina jinan têkirin û ev tişt anî ziman: “Dozên şîdetê jî neyînî bi encam dibin. Ev jî bi vê armancê tê kirin. Desthilatdarî hewl dide jina serî bitewîne biafirîne. Dizanin ku ceza bidin gumanbaran nikarin li ser wan kursiyan rûnin. Ji bo saltanata xwe bidomînin jî jinan qetil dikin.”
 
‘Jinan hedef digirin’
 
Munevverê destnîşan kir ku dixwazin bi serîtewandinê jinan biçewisînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em ya tên kuştin ya rastî şîdetê tên, yan jî terkî mirinê tên kirin. Dema em dengê xwe derdixin jî dibêjin endamê rêxistina terorê ne. Bi vî awayî hewl didin biçewisînin bitirsînin. Gulîstan Doku li ku ye em nizanin. Li xwişka wê Aygulê bi 50 mîlyarî doz vekirin. Aygul li xwişka xwe digere. Bi zanebûn malbatê lînç dikin. Dixwazin mirovan bêdeng bikin. Ev mînaka herî şênbere.”
 
‘Sedema şîdeta li ser jinê dewlete’
 
Munevverê da zanîn ku kuştinên jinan polîtîk e û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Gumanbar ne munferitin. Sedema şîdeta li ser jinê û qetilkirina jinê dewlet bi xwe ye. Kuştinên jinan veguherîne qirkirinê. Ji bo jinan tune bikin û navê wan ji civakê paqij bikin qirkirinê tê kirin. Ez kurd im, ez jineke li ser axa xwe tune me. Li ser jinên kurd zext heye û di bin hêza mêtînger de tune dibin. Em tên bajarên Rojava em rastî şîdetê tên. Ziman tune tê hesibandin. Gelo sûcê me li Tirkiyeyê kurd bûn e. Bila jin rabin ser piyan û xwe bi rêxistin bikin. Tu jin ne di ewlehiyê de ye.”