Şandeya HDP’ê çû serdana Mexmûrê

  • 16:24 20 Çile 2021
  • Rojane
 
 
MEXMÛR - Şandeya HDP’ê ya Hewlêrê çûn serdana Wargeha Mexmûrê. Şandeya ku di serî de çûn serdana çalakvanên greva birçîbûnê û li vir piştevaniya xwe anîn ziman. Şande piştre jî çûn serdana malbatên ku xizmên xwe di qezaya trafîkê de windakirine. 
 
Şandeya HDP’ê ya Hewlêrê hatin serdana Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî(Mexmûr). Şande ji aliyê Meclîsa Gel a Demokratîk û Meclîsa Îştar ve hatin pêşwazîkirin. 
 
Di serî de şande çû serdana çalakvanên greva birçîbûnê. Di serdanê de li ser navê şandeyê Nahîde Ermîş axivî û got: “Di serî de em serkeftinê ji bo hemû çalakvanên greva birçîbûnê dixwezin. Weke tê zanîn li bakurê Kurdistanê û li her derê Kurdistanê gelê me bi êrîşan re rûbirû dimînin. Li dijî êrişan gelê me li ber xwe dide. Em ê her tim piştgiriyê bidin gelê xwe. Em ji bo we serkeftinê dixwezin.”
 
Li ser navê çalakvanên jî Nûredîn Kaya jî wiha axivî: “Di serî de me dibêjin hûn bi xêr hatin. Armanca me ya vê çalakiyê jî azadiya Rêber Apo ye. Em çalakiya xwe piştgiriyê didin hevalên xwe yên girtî. Heta ku em rêberê xwe azad nekin em ê bi tu şêweyî çalakiyên xwe nesekînin. Em serkeftinê ji bo Gelê Kurd dixwezin.”
 
Li ser navê gelê wargehê jî Hevseroka Meclîsa Gel a Demokratîk Pakîstan Bîlen axivî û wiha bi lêv kir: “Di serî de em jî li ser navê gelê wargehê dibêjin hûn bi xêr hatin. Di demeke wiha de hatina şandeyê ji bo me cihê keyfxweşiyê ye. Ev pêngava ku hatiye dest pê kirin ji bo azadiya Rêber Apo ye, em jî weke gelê wargehê bi çalakiyên xwe piştgiriyê didin hevalên xwe yên girtîgehan. Em ji çalakvanên geva birçîbûnê re serkeftinê dixwezin.”
 
Piştî serdana çalakvanên greva birçîbûnê, Şandeya HDP’ê çûn serdana birîndar û malbatên ku xizmên di qezaya trafîkê de windakirine.