Şêniyên Efrînê: Em ê Efrînê rizgar bikin

  • 15:48 20 Çile 2021
  • Rojane
ŞEHBA - Bi munasebeta sêyemîn salvegera êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê, bi hezaran şêniyên Efrîn û Şehbayê daketin qadan.
 
Meclîsa Kantona Efrînê bi beşdarbûna bi hezaran şêniyên Efrîn, Şehba, sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser meşek girseyî li navçeya Şêrewa ya Efrînê bi dirûşma "Êdî bes e ji tecrdî û dagirkeriyê re, dem dema rizgarkirina Efrîn û azadiya Rêber Apo ye" daketin qadan. Di meşê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, têkoşerên berxwedana serdemê û pankartên bi nivîsa "Bi rihê berxwedana Avesta Xabûr û Îlan Dara em ê teqez bi ser bikevin", "Na ji qirkirinû talankirina mafê mirovan re", "Hûn nikarin roja me tarî bikin tecrîdê bişkînin faşîzmê hilweşînin Rêber Apo azad bikin"  hatibû hildan. Meşa ku dest pê kir heta wargeha Veger a gundê Ziyaretê ya Şêrewa ya Efrînê veguherî mîtîngê. 
 
'Vîn û berxwedana Efrîniyan nayê şikandin'
 
Hevseroka Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Efrînê Şîraz Hemo êrîşên dewleta tirk ên li ser herêma Efrînê bi tundî şermezar kir û şehîdên berxwedana Serdemê bi bîr anî û wiha dirêjî da gotina xwe: "Em şehîdên berxwedana serdemê bi bîr tînin. Zarokên kurd bi ruhê fedaî li Efrînê li dijî dagirkeriyê şerê rûmetê meşandin. Ji bo wê zarokên kurd û Gelê Kurd herdem gotin Efrîn a Efrîniyan e. Dewleta tirk bi hovîtiyeke mezin beriya sê salan di vê rojê de  Efrîn bombebaran kir. Gelê qehreman ên ku hînî bêhna azadiyê bûne 58 rojan li ber xwe dan. Tucaran vîn û berxwedana şêniyên Efrînê nayê şikandin. Dibe ku Efrîna me hatibe dagirkirin, lê îrade, berxwedan û têkoşîna me nehat şikandin. Em li ser piyan in û em ê berxwedana xwe mezin bikin. Nîşaneya vî gelî di dîrokê de eşkere ye û herdem bersiv daye hêzên desthiltdar. Erdogan ne tenê belayê Efrînê ye, belayê Rojhilata Navîn û cîhanê tevahî ye."
 
'Em ê bi ruhê wekheviyê Efrînê rizgar bikin'
 
Paşê Cîgirê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hemden Elebd wiha got: "Îro kurd û hemu pêkhateyên Sûriyê bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo xwedî li çand û hebûna xwe derdikevin. Em ê bi ruhê wekheviyê Efrînê rizgar bikin."
 
'Bi berxwedana gel em ê Efrînê vegerînin' 
 
Endama Koordînsayona Kongreya Star Ayşe Mehmûd êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê şermezar kir û got: "Efrîn bajarê aştiyê bû û bûbû warê herî bi ewle ji bo penaberên Sûriyeyê ku di Efrînê de bi yek ruhî û ji bo yek armancê dixebitîn. Lewra bû armanca êrîşên dewletan û di dîroka 20'ê Çileya 2018'an de êrîşên herî hov bi ser gel de anîn. Em bi tundî van êrîşan şermezar dikin û em ê bi berxwedana xwe Efrînê rizgar bikin."
 
Mîting bi dirûşma "Bijî berxwedana Serdemê" bi dawî bû.