Li Rojhilatê Kurdistanê pêla binçavkirinê didome

  • 15:04 20 Çile 2021
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê dijî xwendekar, aktivîst û welatiyên kurd pêla binçavkirin û girtinê dewam dike. Hêzên rejîma Îranê 5 kesên din binçavkir.
 
Ji 8’ê çileya 2021’an ve rejima Îranê li Rojhilatê Kurdistan û Îranê li dijî çalakvan, aktivîst, xwendekar û welatiyên kurd dest bi pêla binçavkirinê kiriye. Ji 8’ê çileyê ve zêdetirî 40 kes ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine binçavkirin û heya niha jî aqûbeta wan nayê zanîn.
 
Di operasyona qirkirina siyasî de 5 kesên din jî hatin binçavkirin. Li gorî agahiyan her 5 kes li bajarên Pîranşar û Nexede ji aliyê hêzên navendên ewlekariyê yên Îranê ve hatine binçavkirin.
 
Li gorî nûçeya Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê yek ji kesên hatiye binçavkirin di 18’ê çileyê de Ferîdûn Edwayî ê xelkê gundê Silên a ser bi Sewlaw ya ser bi Sineyê ye. Heman çavkaniyê ragihand ku duh jî welatiyên bi navê Resul Lawaze li Pîranşar, Kerîm Xelîfan û Hisam Edîn Xizrî jî li gundê Kanî Budax a ser bi Pîranşarê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine binçavkirin.
 
Her wiha hate gotin ku welatiyê bi navê Rehman Deryazî ê xeklê gundê Şawle ya ser bi Nexede, dema ber bi gundê Piso ve diçû, ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hate binçavkirin. Gorî agahiyan beriya ku Rehman were binçavkirin, îşkence lê hatiye kirin.