DBP: Dê bi rêya diyalogê greva birçîbûnê bi dawî bibe

  • 14:46 20 Çile 2021
  • Rojane
AMED - Ji bo piştevaniya çalakiya greva birçîbûnê DBP'ê li Amedê daxuyaniyek da. Hevseroka DBP’ê ya Amedê Seval Gulmez di daxuyaniyê de got: "Em dixwazin ku tecrîda li ser Birêz Ocalan tavilê bê rakirin û hemû mafên wî yên hiqûqî bên bi cihanîn. Ji bo ku çalakiya greva birçîbûnê bi dawî bibe diyalog hewce ye."
 
Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Amedê, derbarê çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger a li dijî tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê dewam dike, li girtîgehan hat destpêkirin de li ber Bîrdariya Mafê Mirovan a Parka Koşûyolûya Rêzanê daxuyanî dan çapemeniyê. Rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên bajêr û navçeyan, parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosûn, aktivîsên Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), MEDYA-DER’ê, TUAY-DER’ê û welatî beşdarî daxuyaniyê bûn. 
 
Hevseroka DBP’ê ya Amedê Seval Gulmez, di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Li girtîgehên Tirkiyeyê, bi hezaran girtî û hikumxar ketin çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger. Çalakiya girtiyan di roja 55’emîn de dewam dike. Ji ber pirsgirêkên siyasî, bi salene pirsgirêkên di girtîgehan de girantir bûne. Ev jî bandoreke mezin dî serî de li girtiyan û hemû civakê dike.”    
  
Seval, bal kişanda ser tecrîdê û wiha axivî: “Kiryarên binpêkirina mafan ên di girtîgehan de, ji sala 1999’an ve li Gireva Îmraliyê li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dewam dikin. Ev yek bi raporên CPT’iyê jî hatin aşkere kirin. Mafên hevdîtina parêzer û malban di Girtîgeha Îmraliyê de, ji girtiyan hatine girtin.” 
 
Seval, banga hestiyariyê kir û wiha dom kir: “Em weke DBP’ê, dixwazin ku tecrîda li ser Birêz Ocalan tavilê bê rakirin û hemû mafên wî yên hiqûqî bên bi cihanîn. Ji bo ku çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê ku li girtîgehan hat destpêkirin bi rêya dîyalogê bi dawî bibe û daxwazên girtiyan bên pêşwazîkirin, em banga hestiyariyê li raya giştî û rayedarên berpirsiyar dikin.”
 
Piştî daxuyaniyê, dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” hat berzkirin.