Li Rezana Amedê cenazeyê pitikekê hat dîtin
- 13:22 20 Çile 2021
- Rojane
AMED - Li navçeya Rezan, cenazeyê pitikeke hê nû ji dayik bûye di kontênêra çopê de hat dîtin.
Li taxa Kaynartepe ya navçeya Rezan a Amedê, xebatkarên paqijiyê, cenazeyê pitikeke hê nû ji dayik bûye di kontênêra çopê de dîtin. Piştî agahî dayin komên tenduristiyê û polis hatin cihê bûyerê û cenazeyê pitikê ji bo otopsiyê birin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddîn Eyûbiyê.
Têkildarî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.