Li Rezana Amedê cenazeyê pitikekê hat dîtin 2021-01-20 13:22:26     AMED - Li navçeya Rezan, cenazeyê pitikeke hê nû ji dayik bûye di kontênêra çopê de hat dîtin.   Li taxa Kaynartepe ya navçeya Rezan a Amedê, xebatkarên paqijiyê, cenazeyê pitikeke  hê nû ji dayik bûye di kontênêra çopê de dîtin. Piştî agahî dayin komên tenduristiyê û polis hatin cihê bûyerê û cenazeyê pitikê ji bo otopsiyê birin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddîn Eyûbiyê.    Têkildarî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.