Zarokên bi barîna berfê kêf kirin

  • 12:21 19 Çile 2021
  • Rojane
AMED - Li Amedê û bajarên derdorê barîna berfê didome. Zarokan bi barîna berfê kêf kirin û di nava berfê de lîstîn. 
 
Li heremê û Tirkiyeyê ev çend roj in berfa ku dibare bandora xwe didomîne. Li Amedê jî berfa yekem a sale di saetên serê sibê de dest pê kir. Li her cihên Amedê dîmenên xweşik derketin holê. Li navçeya Sûrê ya dîrokî jî bedenên Sûrê bi berfê xemilîn. Her wiha ji ber barîna berfê, welatî bi zehmetiyan ve rûbirû man. Di heman demê de esnafan jî ber dere dikanên xwe paqij kirin
 
Zarokan jî bi barîna berfê kêf kirin. Zarokan bi heval û malbatên xwe re di nava berfê de lîstîn.