Zarokên bi barîna berfê kêf kirin 2021-01-19 12:21:54   AMED - Li Amedê û bajarên derdorê barîna berfê didome. Zarokan bi barîna berfê kêf kirin û di nava berfê de lîstîn.    Li heremê û Tirkiyeyê ev çend roj in berfa ku dibare bandora xwe didomîne. Li Amedê jî berfa yekem a sale di saetên serê sibê de dest pê kir. Li her cihên Amedê dîmenên xweşik derketin holê. Li navçeya Sûrê ya dîrokî jî bedenên Sûrê bi berfê xemilîn. Her wiha ji ber barîna berfê, welatî bi zehmetiyan ve rûbirû man. Di heman demê de esnafan jî ber dere dikanên xwe paqij kirin   Zarokan jî bi barîna berfê kêf kirin. Zarokan bi heval û malbatên xwe re di nava berfê de lîstîn.