ROJEVA 19'Ê KANÛNA 2020'Î

  • 09:01 19 Kanûn 2020
  • Rojev
*Fikret Mistefa ev 30 sal in bi tayê rîs cilan çêdike. Fikretê di derbarê çêkirina cilan a bi tayê rîs de wiha got: "Armanca min a vî karî ew e ku çanda dayika xwe zindî bihêlim û tiştên baş bidim civakê." DÎMEN HEYE
 
*Ji bo piştgirî dayîna grevên birçîbûnê li Mexmûrê bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Îştarê greva birçîbûnê hat destpêkirin. Jinên li Mexmûrê bal kişandin ser çalakiyan û gotin: "Ew çalakiyên greva birçîbûnê ya ku girtiyên azadiyê dane destpêkirin ji bo me weke rexneyeke mezin e. Divê em jî xwedî li çalakiyê derkevin û bibin dengê girtiyan.” BI DÎMEN 
 
*Endama Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Efrînê, Eyşa Mehmûd têkildarî kiryar û tundiya ku li ser jinê tê meşandin, her wiha bûyera tecawizê ya herî dawî ku li Kercewsa Elihê qewimiye wiha got: "Em ê bi yek ruhî ew êrîş û kiryarên ku li dijî jinan pêk tên qebûl nekin û li hember mêrê desthilatdar têbikoşin." DÎMEN HEYE
 
*Aktîvîsta ekolojiye Çîlem Aydin bal kişand li ser qeyrana ekolojiye û wiha got: “Li cîhanê her zindiyek parçeyek ji pergala xwezayî ye. Berdewamiya vê pergalê berdewamiya mirovan e. Lewra divê em zêdetir baldar bibin. Şûna xelaskirinê de divê em hilbêrînin.”
 
*Xizma Dayika Aştiyê ya bi navê ‘Dayika Xerip’ tê nasîn, Garip Erinç a ku jiyana wê bi têkoşînê derbas bû dan zanîn ku Dayika Xerip ji kesî re serî netewandiye.DÎMEN HEYE
 
* Endamên Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Colemêrgê bal kişandin ser greva birçîbûnê ya girtiyan û gotin: "Ji bo bi dawîkirina tecrîdê divê em guh bidin daxwazên girtiyan. Ji bo daxwazên girtiyan pêk bê jî pêwiste yekitî pêk bê." BI DÎMEN