ROJEVA 19'Ê KANÛNA 2020'Î 2020-12-19 09:01:46   *Fikret Mistefa ev 30 sal in bi tayê rîs cilan çêdike. Fikretê di derbarê çêkirina cilan a bi tayê rîs de wiha got: "Armanca min a vî karî ew e ku çanda dayika xwe zindî bihêlim û tiştên baş bidim civakê." DÎMEN HEYE   *Ji bo piştgirî dayîna grevên birçîbûnê li Mexmûrê bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Îştarê greva birçîbûnê hat destpêkirin. Jinên li Mexmûrê bal kişandin ser çalakiyan û gotin: "Ew çalakiyên greva birçîbûnê ya ku girtiyên azadiyê dane destpêkirin ji bo me weke rexneyeke mezin e. Divê em jî xwedî li çalakiyê derkevin û bibin dengê girtiyan.” BI DÎMEN    *Endama Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Efrînê, Eyşa Mehmûd têkildarî kiryar û tundiya ku li ser jinê tê meşandin, her wiha bûyera tecawizê ya herî dawî ku li Kercewsa Elihê qewimiye wiha got: "Em ê bi yek ruhî ew êrîş û kiryarên ku li dijî jinan pêk tên qebûl nekin û li hember mêrê desthilatdar têbikoşin." DÎMEN HEYE   *Aktîvîsta ekolojiye Çîlem Aydin bal kişand li ser qeyrana ekolojiye û wiha got: “Li cîhanê her zindiyek parçeyek ji pergala xwezayî ye. Berdewamiya vê pergalê berdewamiya mirovan e. Lewra divê em zêdetir baldar bibin. Şûna xelaskirinê de divê em hilbêrînin.”   *Xizma Dayika Aştiyê ya bi navê ‘Dayika Xerip’ tê nasîn, Garip Erinç a ku jiyana wê bi têkoşînê derbas bû dan zanîn ku Dayika Xerip ji kesî re serî netewandiye.DÎMEN HEYE   * Endamên Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Colemêrgê bal kişandin ser greva birçîbûnê ya girtiyan û gotin: "Ji bo bi dawîkirina tecrîdê divê em guh bidin daxwazên girtiyan. Ji bo daxwazên girtiyan pêk bê jî pêwiste yekitî pêk bê." BI DÎMEN