Çeteyên dewleta tirk darên zeytûnan dibirin
- 11:12 16 Kanûn 2020
- Rojane
EFRÎN - Dewleta tirk û komên girêdayî wê ku Efrînê dagir kirine, darên zeytûn û merxê yên navçeya Mabeta û Şiyê yên Efrînê dibirin.
Bi dagirkirina Herêma Efrînê re ji aliyê dewleta tirk û komên çeteyên girêdayî wê ve her roj guhertina demografîyê pêk tê. Li gor agahiyên ku hatine bidestxistin dewleta tirk û komên çete yên bi navê Sultan Mûrad û Mûntasir Bileh ku girêdayî wê ne li navçeya Mabeta û Şiyê yên Kantona Efrînê darên zeytûn û merxê dibirin.
Her wiha ev komên çete bi awayek rojane li gundê Kaxirê, Mistaşûr, Rûta, Mîrkan û Şîtka ên girêdayî navçeya Mabeta û gundê Hec Qasima yê girêdayî navçeya Şiyê ya Efrînê darên zeytûn û merxê qut dikin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê kiryarên dewleta tirk û komên girêdayî wê li dijî xwezayê belge kirine. Li gor bilançoya sala 2020'an dewleta tirk û komên girêdayî wê zêdetirî 60 hezar darên zeytûn, merx û hinaran birîne.