Çeteyên dewleta tirk darên zeytûnan dibirin 2020-12-16 11:12:54   EFRÎN - Dewleta tirk û komên girêdayî wê ku Efrînê dagir kirine, darên zeytûn û merxê yên navçeya Mabeta û Şiyê yên Efrînê dibirin.    Bi dagirkirina Herêma Efrînê re ji aliyê dewleta tirk û komên çeteyên girêdayî wê ve her roj guhertina demografîyê pêk tê. Li gor agahiyên ku hatine bidestxistin dewleta tirk û komên çete yên bi navê Sultan Mûrad û Mûntasir Bileh ku girêdayî wê ne  li navçeya Mabeta û Şiyê yên Kantona Efrînê darên zeytûn û merxê dibirin.   Her wiha ev komên çete bi awayek rojane li gundê Kaxirê, Mistaşûr, Rûta, Mîrkan û Şîtka ên girêdayî navçeya Mabeta û gundê Hec Qasima yê girêdayî navçeya Şiyê ya Efrînê darên zeytûn û merxê qut dikin.    Hêjayî bibîrxistinê ye ku Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê kiryarên dewleta tirk û komên girêdayî wê  li dijî xwezayê belge kirine.  Li gor bilançoya sala 2020'an dewleta tirk û komên girêdayî wê zêdetirî 60 hezar darên zeytûn, merx û hinaran birîne.