Newroz û Fatma di koma 4'an a grevê de ne

  • 16:37 14 Kanûn 2020
  • Rojane
FOTO
ENQERE - Li girtîgeha Sîncanê Neweroz Gulen û Fatma Aslan di koma 4'an a greva birçîbûnê de cih girtin. Girtiyan diyar kir ku heta bigihêjin armanca xwe wê çalakiya xwe bidomînin.
 
Bi dawaza rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafan a li girtîgehan gitiyên PKK'yî û PAJK'î di 27'ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kiribûn. Çalakiya girtiyan bi koma 4'an di roja 18'an de berdewam dike.
 
Newroz Gulen û Fatma Aslan di grevê de ne
 
Ji girtiyên di girtîgeha Sîncanê ya Jinan de dimînin Fatma Aslan û Endama Meclisa Ciwanan a HDP'ê  Newroz Gulen, koma 4an a greva birçîbûnê de cih digirin.
 
Girtiyan diyar kir ku heta bigihêjin aramanca xwe wê çalakiya xwe bi dawî bikin.