Newroz û Fatma di koma 4'an a grevê de ne 2020-12-14 16:37:31   FOTO ENQERE - Li girtîgeha Sîncanê Neweroz Gulen û Fatma Aslan di koma 4'an a greva birçîbûnê de cih girtin. Girtiyan diyar kir ku heta bigihêjin armanca xwe wê çalakiya xwe bidomînin.   Bi dawaza rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafan a li girtîgehan gitiyên PKK'yî û PAJK'î di 27'ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kiribûn. Çalakiya girtiyan bi koma 4'an di roja 18'an de berdewam dike.   Newroz Gulen û Fatma Aslan di grevê de ne   Ji girtiyên di girtîgeha Sîncanê ya Jinan de dimînin Fatma Aslan û Endama Meclisa Ciwanan a HDP'ê  Newroz Gulen, koma 4an a greva birçîbûnê de cih digirin.   Girtiyan diyar kir ku heta bigihêjin aramanca xwe wê çalakiya xwe bi dawî bikin.