Xwendekarên Mexmûrê ji peymangehê mezûn bûn

  • 08:52 12 Kanûn 2020
  • Rojane
MEXMÛR - Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê xwendekarên Peymangeha Şehîd Kerîm Kato mezûn bûn. Ji bo mezûniyetê merasîmek hat lidarxistin. 
 
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) xwendekarên Peymangeha Şehîd Kerîm Kato bi merasîmekê mezûn bûn. Merasîma mezûnyetê li peymangeha Şehîd Kerîm Kato bi tevlîbûna mamoste, xwendekar, malbatên xwendekaran û gelek kesan pêk hat. Di merasîmê de mamoste Hêlîn Kara axivî. 
 
Hêlîn, di destpêka axaftina xwe de xwendekaran pîroz kir û got: "Hemû civak ji bo jiyana xwe berdewam bikin û hebûna xwe biparêzin pêwîstiya xwe bi perwerdê dibînin, ev jî rêbazekê yê berdewamiya hebûna xwe ye. Bi taybet di pêvajoyeke wisa de ku weke wargeh di bin zext û zorê de ne, rêvebirina perwerdeyeke wiha bi tendurist cihê şehnaziyê ye. Em careke din ji tevahiya xwendevanên re serkeftinê dixwezin.”
 
‘Em ê xwe di fikirê Rêber Apo de kûr bikin’
 
Li ser navê xwendevanan Evîn Taş derbarê vê rojê de hestê xwe wiha anî ziman: “Em jî weke xwendevan soza wê yekê didin ku em ê heya dawiya jiyana xwe li ser felsefeya Rêber Apo xebat bidin meşandin. Her wiha em mamosteyên xwe spas dikin. Di jiyana hemû hevalên xwe û mamosteyên xwe de serkeftinê dixwezin.” 
 
Merasîm bi şahiyeke bi dawî bû.