Xwendekarên Mexmûrê ji peymangehê mezûn bûn 2020-12-12 08:52:37   MEXMÛR - Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê xwendekarên Peymangeha Şehîd Kerîm Kato mezûn bûn. Ji bo mezûniyetê merasîmek hat lidarxistin.    Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) xwendekarên Peymangeha Şehîd Kerîm Kato bi merasîmekê mezûn bûn. Merasîma mezûnyetê li peymangeha Şehîd Kerîm Kato bi tevlîbûna mamoste, xwendekar, malbatên xwendekaran û gelek kesan pêk hat. Di merasîmê de mamoste Hêlîn Kara axivî.    Hêlîn, di destpêka axaftina xwe de xwendekaran pîroz kir û got: "Hemû civak ji bo jiyana xwe berdewam bikin û hebûna xwe biparêzin pêwîstiya xwe bi perwerdê dibînin, ev jî rêbazekê yê berdewamiya hebûna xwe ye. Bi taybet di pêvajoyeke wisa de ku weke wargeh di bin zext û zorê de ne, rêvebirina perwerdeyeke wiha bi tendurist cihê şehnaziyê ye. Em careke din ji tevahiya xwendevanên re serkeftinê dixwezin.”   ‘Em ê xwe di fikirê Rêber Apo de kûr bikin’   Li ser navê xwendevanan Evîn Taş derbarê vê rojê de hestê xwe wiha anî ziman: “Em jî weke xwendevan soza wê yekê didin ku em ê heya dawiya jiyana xwe li ser felsefeya Rêber Apo xebat bidin meşandin. Her wiha em mamosteyên xwe spas dikin. Di jiyana hemû hevalên xwe û mamosteyên xwe de serkeftinê dixwezin.”    Merasîm bi şahiyeke bi dawî bû.