Çalakiya şêniyên Şengalê di roja 4'emîn de ye

  • 14:54 6 Kanûn 2020
  • Rojane
ŞENGAL - Çakiya vegirtina kon a şêniyen Şengalê ji bo xwedîderketina Asayişa Êzdîxan dabû destpêkirin di roja 4'emîn de dewam dike. 
 
Şêniyên Şengalê li dijî Peymana Şengalê ya di navbera Hukumeta Iraqê û KDP'ê de dest bi çalakiya vegirtina kon kiribû. Çalakiya vegirtina kon a şêniyên Şengalê di roja xwe 4'emîn de ye. Şêniyên Şengalê li ber Navenda Asayişê ya Şengalê her dirûşmên ji bo xwedîderketina asayişê berz dikin. 
 
Çalakiya bi dirûşma "Em hemû asayiş in" dest pê kir ew ê hefteyekê dewam bike. 
 
Îro çalakî ji aliyê komên Xanesor û Serdeştê dewir hat girtin. Şêniyên Şengalê bi awayekî bi komî serdana konê çalakiyê dikin û xwedî li vê çalakiyê derdikevin.