Pitika di nava zeviya şewitî de ma, jiyana xwe ji dest da

  • 14:52 6 Kanûn 2020
  • Rojane
RIHA -  Li Wêranşarê, pitika yek salî ya ku di nava zeviya ji aliyê zarokan ve hat şewitandin de ma, jiyana xwe ji dest da 
 
Li gundê Elgun ê girêdayî navçeya Wêranşar a Rihayê, malbata Yeter di nava ziviya garisan de di xebitî. Di encama şewata li zeviyê rû da de pitika yek salî A.Û ya malbata Yeter di nava agir de ma û jiyana xwe ji dest da. 
 
Hat diyarkirin ku zarokên di zeviyê de, xwestin ji bo xwe garisan çêbikin û ji vê agir pê xistin. Zaroka biçûk di nava agirê belav dibe de, dimîne. Malbatê çawan ku ev rewş ferq kir, mudaxiliyî şewatê kir û zarok biçûk rakir nexweşxanê. Lê ligel hemû hewldanan jî, pitikê jiyana xwe ji dest da. 
 
Cenazeyê piştikê, piştî otopsiya li Saziya Tipa Edlî ya Rihayê, wê teslîmî malbatê bê kirin.