'Jinan rê li ber têkoşîna me vekirin'

  • 09:02 6 Kanûn 2020
  • Rojane
MÊRDÎN - Çalakvana TJA’yê Eylem Amak derbarê pêvajoye 3 mehan ya kampanya “Em Xwe Diparêzin” de diyar kir ku pêvajoyekê têkoşînê bû û got: “Weke li Tirkiyeyê, me li Mêrdînê jî me li dijî her cureyên şîdetê pêvajoyek da destpêkirin. Jinan bi daxwazên xwe rê li ber têkoşîna me vekirin.”
 
Kampanyaya Tevgera Jinên Azad (TJA) yê ku di meha îlonê de starta wê hatibû dayîn di meha xwe ya 3’yemîn de berdewam dike. Çalekvanên TJA’yê di çarçoveya kampanyayê de gelek çalakî û bername li darxistin. Di çalakî û bernameyan de bi jinan re sohbet hatin kirin û pirsgirêkên jinan hatin guhdarkirin.   Çalekvana TJA’yê Eylem Amak têkildarê pêvajoyê kampanyayê de bi ajansa me re axivî.
 
‘Em ê berhemên çalakiyên xwe bigirin’
 
Eylema ku têkildarê kampanyayê axivî bal kişand li ser çalakiyên ku li darxistine û wiha got: “Me bi çalakiyek girseyî re starta kampmanyayê da destpêkirin. Ji roja yekem heya dawî me çalakiyên cur bi cur li darxistin. Ez dikarim bêjim hemû çalakiyên me bi berhem û serkeftî derbaz bûn. Bi taybet ji me hewil da ku em xwe bigihînin hemû jinan. Em mal bi mal, tax bi tax geriyan û em bi jinan re ketin têkiliyê. Îro ji û sibe ji em ê berhemên çalakiya xwe bigirin.”
 
‘Jinan her tim piştgirî dan me’
 
Eylem wiha gotina xwe da berdewam kirin: “Li dijî hişmendiya mêr ya serdest ne tenê 3 mehan em ê her tim têkoşînê bidin. Atolye û hevdîtinên me yên bi jinan re di wê bingehê de hatin kirin. Li gundan, taxan, atolyeyên tekstîlan, di nava xebatkarên çandiniyê de me çalakiyên cur bi cur li darxist. Her wiha em bi jinan re li seyrangehan civiyan. Me bi jinan li ser mijarên wekî êrişên li dijî nasnameya çand, ziman û zayendî nîqaşên berfireh kirin. Ango me armanca kampanyayê digot. Jinan ji di vî alî de piştgirî da me. Di hemû hevdîtinan de bi me re ketin nîqaşê û xwestekên xwe ji parve kirin. Carna me got û carna ji wan ji me re got. Ji xwe gilî hemû ji di çarçoveya kampanyayê de bûn.”
 
‘Yek ji sedemên tundiyê qeyrana aboriyê ye’
 
Eylem bal kişand li ser zêdebûna kuştina jinan ên li Mêrdînê û wiha got: “Di demên dawiyê de li Mêrdînê qetlîama jinan di asta herî jor de ye. Li Mêrdînê tenê bûyerên weke taciz, tecawiz û tûndî zêde bûye. Di serdanên me de ji yek ji xalên ku herî zêde hatine qalkirin ji tundî û tecawîz bû. Her wiha jinan di van hevdîtinan de bal kişandin li ser rewşa aboriyê û gotin yek ji sedemên tundiyê ev in. Mezinbûna qeyrana aboriyê bûye sedema mezinbûna tundiyê.”