'Tevî zehmetî û êrîşan koçber têdikoşin'

  • 09:01 6 Kanûn 2020
  • Rojane
Berçem Cudî
 
EYN İSA - Ji rêveberiya Kampa Koçberan a Til Semenê, Narîn Ebd El-Rehman û koçberên li kampê dimînin têkildarî zehmetî û têkoşîna li kampê axivîn. Jinan gotin:"Rast e êrîş li ser herêmên me tê kirin, lê dîsa jî em ji hêviya vegera ser axa xwe qut nabin. Tevî zehmetî û êrîşan koçber têdikoşin." 
 
Tevî zehmetiyên zivistanê û nepêkanîna peywara xwe ya rêxistinên mafên mirovan jî koçberên li Kampa Koçberan a Til Semenê, ya Eyn Îsayê bi hêviya vegera ser axa xwe têdikoşin. Piştî ku dewleta tirk û komên girêdayî wê êrişî Girê Spî kirin, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kampek bi navê koçberên Girê Spî ava kirin. Di nava vê kampê de derdora 905 malbat dijîn, ji ber rewşa Vîrusa Koronayê çûyin û hatin qedexe ye lê tedbîr ji bo Vîrusa Koronayê tên kirin. Têkildarî mijarê ji rêveberiya Kampa Koçberan a Til Semenê, Narîn Ebd El-Rehman û koçberên li kampê dimînin ji ajansa me re axivîn.
 
'Tedbîr ji bo zivistanê tên kirin' 
 
Hevseroka kampê Narîn Ebd El-Rehman di destpêka gotina xwe de behsa zehmetiyên koçberan kir û wiha got: "Weke kamp bi hatina demsala zivistanê re em bi gelek zehmetiyan re rû bi rû ne. Di destpêka avabûna kampê de hejmara malbatan 200 bû, wê demê Rêveberiya Xweser sobe û mazot li wan belav kir. Lê niha hejmar gihîştiye 900 malbatan. Van malbatan navê xwe di rêxistanên mirovî de nivîsandin da ku alîkariyê bidin wan, lê mixabin  hîna ne sobe û ne jî mazot li wan hatiye belavkirin. Cihê kampê jî çolistan e, ji ber vê kon gelek sar in û bi taybet jî di danê şevê de ku yên temenmezin û zarok nikarin îdare bikin. Dema ku em serdana malbatan dikin em dibînin ku piraniya wan bi sermayê ketine. Rêxistanan soz dan lê pêk neanîn û çavên gel jî li benda alîkariyê ne."
 
'Xebatên me di hundir kampê de didomin' 
 
Narînê diyar kir ku wan ji bo pêşketina jinan a di aliyê pişeyî û zihniyetê de gelek proje ava kirine û wiha domand: "Me weke Rêveberiya Kampê alîkariya jinan kir ku atolyayên dirûtinê, kuafor û tenteneyê ava kir. Her wiha me perwerdeyên ziman û hemşîretiyê vekirin. Her wiha nexweşxaneyeke biçûk û dibistan jî hene. Her wisa weke tedbîrên li dijî belavbûna Vîrûsa Koronayê me serdanên xwe yên malbatan kêm kirine. Dema dewleta tirk êrîşî Eyn Îsayê dike, gelê di kampê de ditirsin. Ew her tim di nava fikarên wiha de ne ku gelo ew ê koçberiyeke din bijîn. Loma dema ku dengê topan tê ditirsin. Em jî weke rêveberiyên kampê em bi gel re diyalogan dikin û ji bo wan atmosfera ewlehiyê ava dikin. Ji bo rewşa zarokên di kampê de, dibistan heye. Her wiha baxçe jî heye da ku zarok bi hêsanî lîstikê bilîzin. Her wiha zarok fêrî stran, wênexêziyê û hwd. tên kirin. Niha ji ber qedexeya derketina ji derve me dibistan û baxçe sekinandiye. Derûniya zarokan normal e, li gor rewşê tê guhertin. Gelek rêxistinên alîkariyê serdana dibistanê kirin û qaşo ji bo zarokan wê çente, lênûsk, pênûs û cil bişandan. Lê ev yek jî pêk nehat."
 
'Em di hundir kampê de têdikoşin'
 
Bereke Ebdî jî axivî û bal kişand ser berxwedana şêniyên kampê û got: "Em di mal û warê xwe de li ser axa xwe bûn. Lê niha dîwarên mala me bûne qimaş û kon. Ev rewş derbas dibe, lê gelek zor e. Zivistan e û zarokên me biçûk in. Lê belê êrîşên dewleta tirk yên rojane yên li ser Eyn Îsayê nayên tehemûlkirin, êdî bes e ma em ê heta kengî jana koçberiyê bijîn. Dema dengê topan tê zarokên me ji tirsa xwe li me dipêçin. Li hember vê rewşê ma tu kes dengê me nabhîse, ma hêzên Rûsî û yên Rêjîmê şerim nakin. Ka çima helwesta xwe diyar nakin û Erdoganê kafir nasekinîn. Heger me hêz ji Rêber Apo, hêzên QSD'ê û Rêveberiya Xweser negirta me weke jin nikarîbû di van kampan de têkoşîn bikira. Em natirsin û em tucarî narevin, heger em bitirsiyana me qebûl nedikir ku em di van kampan de bijîn. Ji bo vê axê jin, xort, heta em pîr û kal jî fedayî ne. Bila ne balafirên şer yên dewleta tirk bana ma dikaribûn bajarê me dagir bikin. Ew dizanin ku bi şerê bejahî nikarin bi ser kevin loma bi riya êrîşên asîmanî tên."