ROJEVA 6'Ê KANÛNA 2020'Î

  • 09:00 6 Kanûn 2020
  • Rojev
*Ji rêveberiya Kampa Koçberan a Til Semenê, Narîn Ebd El-Rehman û koçberên li kampê dimînin têkildarî zehmetî û têkoşîna li kampê axivîn. Jinan gotin:"Rast e êrîş li ser herêmên me tê kirin, lê dîsa jî em ji hêviya vegera ser axa xwe qut nabin. Tevî zehmetî û êrîşan koçber têdikoşin."  DÎMEN HEYE
 
* Çalakvana TJA’yê Eylem Amak derbarê pêvajoye 3 mehan ya kampanya “Em Xwe Diparêzin” de diyar kir ku pêvajoyekê têkoşînê bû û got: “Weke li Tirkiyeyê, me li Mêrdînê jî me li dijî her cureyên şîdetê pêvajoyek da destpêkirin. Jinan bi daxwazên xwe rê li ber têkoşîna me vekirin.” DÎMEN HEYE
 
*Jinên li Wanê dijîn, li dijî her cureyên qeyranê her tim têkoşîna xwe ya jiyanê zindî dihêlin. Jinan di nava qeyrana aboriyê de ji bo debara xwe bikin mala tenûrê vekirin û tevlî qada hilberînê bûn. DÎMEN HEYE
 
*Profesora Têkiliyên Navneteweyî û Ewlehiya Herêmî  Dr.Îman Zehran binpêkirina maf û sûcên li hêrêmên di bin kontrola dewleta tirk û komên girêdayî wê de tên kirn nirxand. Îmanê wiha got: "Pêwîst e mekanîzmayên şopandinê bên xurtkirin û li ser raporên sûcên dewleta tirk dike belge, bê rawestandin." 
 
*Siyasetmedar Gûlîstan Etî serdana nûnerê ENKS'ê ya Efrînê rexne kir û got: "ENKS bi van kiryaran dagirkirina Efrîn û herêmên din rewa nîşan dide. Ev siyaset cihê rexneyê ye. Divê ew bi kiryarên xwe xizmeta dijmin nekin." DÎMEN HEYE
 
*Hevseroka HDP’ê ya navçeya Hezexê Nafiye Geçgel a ku 4 rojan binçavan de ma, anî ziman ku bi girtin û binçavkirinan vîn û têkoşîna jinê hedef hatiye girtin. Lê em ê li hember van êrîşan têkoşîn û berxwedana xwe xûrtir bikin.”
 
*Şandeyek belçîkî serdana kampa waşokanî dike (10.00)