'Armanc azadiya Rêberê me ye'

  • 17:02 5 Kanûn 2020
  • Rojane
MÊRSÎN - Li Girtîgeha Jinê ya Tersûsê jinên girtî yên di koma duyem a di greva birçîbûnê de cih digirin bi rêya hevdîtina bi telefonê dan zanîn ew di greva birçîbûnê de ne û gotin:"Armanc azadiya Rêberê me ye."
 
Grevên birçîbûnê yên bêdem û dorveger ên li girtîgehan li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û li dijî şerdên li girtîgehan hatibû destpêkirin di roja 5'emîn de ne. Girtiyên li Girtîgeha Jinê ya Tersûsê bi rêya malbatên xwe peyam şandin.
 
Hevseroka Şaredariya Stwrê ya serdema berê Gulistan Oncu, Elif Akçaren û Zelal Karayi yên di duyemîn koma greva birçîbûnê de cihê xwe digirin banga xwedîderketina çalakiyên grevên birçîbûnê kirin û wiha gotin:"Armanc azadiya Rêberê me ye."