4 roj in 7 girtî li Wanê di greva birçîbûnê de ne

  • 16:49 5 Kanûn 2020
  • Rojane
WAN - Li tevahiya girtîgehên Wanê, bi giştî 7 girtî li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 4 roj in di greva birçîbûnê de ne. 
 
Girtiyên li girtîgehên herêmê û Tirkiyeyê, di 27'ê Mijdarê de, li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kiribûn. Koma duyemîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girtibû. Her komeke ku dikeve greva birçîbûnê, 5 rojan di grevê de dimîne û piştî 5 rojan dewrî komek din dikin. 
 
Li tevahiya girtîgehên Wanê bi giştî 7 girtî di greva birçîbûnê dene. Li Girtîgeha Tîpa F a Wanê 3 girtî, li Girtîgeha Sergirtî ya Ewlekariya Bilind 3 û li Girtîgeha Tîpa T a Wanê jî jinek girtî ev 4 rojin di greva birçîbûnê de ne. Çalakiyan girtiyan dewam dike.