‘Em cenazeyên xwe dixwazin, zarokên me ne bêkes in’

  • 09:07 5 Kanûn 2020
  • Rojane
WAN - Dîlan Olgun di pêvçûna li Qersê de jiyana xwe ji dest da. Malbata Dîlanê ji bo cenazeya xwe bigirin 3 meh beriya niha testa DNA’yê dabûn. Cenazeya ku li goristana bêkesan a Qersê hat definkirin, dayika Dîlanê, Salîha Olgun bertek nîşanî wê yekê da û got: “Zarokên me bêkes nîne. Em ê li pêy zarokên xwe bin û em ê cenazeyên xwe bigirin.”
 
Di 28’ê tebaxê de li navçeya Qaqizmana Qersê di pêvçûnekî de Dîlan Olgun a endama HPG’yî jiyana xwe ji dest da. Malbata Dîlanê di 29’ê tebaxê ji bo cenaze bigirin çûn Qersê. Ji bo cenaze testa DNA’yê dan. Lê çend 3 meh jî derbas bû jî tu agahî nehat dayîn. Dîlan Olgun li goristana bêkesan a Qersê hat definkirin. Dayika Dîlan Olgun Salîha Olgun derbarê mijarê de ji ajansa me re axivî. 
 
Dayika Dîlan Olgun Salîha Olgun diyar kir ku di 29’ê tebaxê ji bo teşhîsê çûne Qersê û got: “Min agahiya keça xwe ji çapemeniyê bihist û piştî ku me bihist me berê xwe da Qersê. Li vir ji me re gotin heta ku hûn testa DNA’yê nekin em nahelin ku hûn cenaze teşhîs bikin. Em bi leşkeran ve çûn Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Qersê. Nîva bedena keça min şewitî bû û cenaze reş bibû. Tenê hiştin em çok û piyê wê binêrin. Min ji pêçiya keça xwe nas kir. Ji bo DNA’yê jî me xwîn da. Ji bo xwîn dayînê jî 3 caran me bikin nexweşxaneyê.”
 
‘Cenazeyên me li goristana bêkesan tên definkirin’
 
Salîha, da zanîn ku 3 meh in tu agahî negirtinê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Keça min niha li goristana bêkesan hatiye definkirin. Ji me re gotin em ê di nava 15 rojan an jî 2 mehan de bersivek bidin, lê heta niha 3 meh derbas bû lê tu agahî tuneye. Zaroken me jiyana xwe ji dest didin lê dewlet cenazeyên zarokên me nadin me û cenazeyên zarokên me li goristanên bêkesan defindikin. Em wê yekê qebûl nakin.”
 
‘Çi dibe bila bibe em ê cenazeyên xwe bigirin’ 
 
Salîha, wiha bal kişand ser texrîpkirina cenazeyan: “Dema cenaze dikevin destê eşkerên tirk, îşkence li cenazeyan dikin. Bi vê rêbazê dixwazin dilê dayikên gerîla bişewitinin. Tenê işkenceyê cenazeyên zarokên kurd dikin. Em her roj wan îşkenceyan dibînin. Çekên kîmyevî bikartînin. Dema şerek pêk tê her kes cenazeyên xwe digire lê dewlet wê yekê nake. Piştî dikuje serî jêdike û îşkence li cenazeyan dike. Bes e çi me dixwazin, Erdogan çi kurdan dixwaz e. Em têkoşîna xwe ya girtina cenazeyan bidomînin. Zarokên me ne bê xwedî ne. Em ê li pêy zarokên xwe bin. Çi dibe bila bibe em cenazeyên zarokên xwe dixwazin.”