Jinên Geverê: Em naxwazin cenaze ji girtîgehan bên derxistin

  • 09:03 5 Kanûn 2020
  • Rojane
COLEMÊRG - Jinên  Geverê ji bo girtiyên PKK'yî û PAJK'î yên ku ji 27'ê Mijdarê ve li dijî Tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin bang li îqtîdarê kirin.
 
Çalakiya Greva birçîbûnê ya ku ji aliyê girtiyên PKK'yî û PAJK'î ve hat destpêkirin di roja 8'emîn de berdewam dike. Jinên navçeya Geverê ya Colemêrgê yên zarokên wan girtî ne ji bo tecrîda li  ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ji bo rewşa zarokên wan nekeve xeterê bang li hikûmetê kirin û gotin, "Daxwazên zarokên me qebûl bikin. Em naxwazin cenaze ji girtîgehan bên derxistin."
 
' Em naxwazin ji girtîgehan cenaze bên derketin'
 
Mehsîma Yaşar a ku zarokên wê bi salan di girtîgehê de ne û berî vê çalakiyê jî lawê wê 100 rojan di greva birçîbûnê de maye wiha got, "Di çalakiya dema berê de ku ez çûm min lawê xwe dît û ez ketim fikra ku careke din dibe wî nebînim. Bila daxwazên zarokên me bi cih bînin ez naxwazim ne lawê min ne jî tu girtiyên din bikevin greva birçîbûnê.  Bila tecrîd bê bidawîkirin ku zarokên me nekevin grevê. Di çalakiya beriya vê de ji girtîgehan cenaze derketin bila vê carê neyên derxistin û dilê dayikan neşewite. Ez bang li hemû dayikan dikim ku li dijî tecrîdê têkoşîna xwe mezin bikin û bila zarokên me di grevê d nehelin."
 
'Bila herkes bi zarokên xwe re bikeve grevê'
 
Saadet Dogma jî diyar ku ew ji bo hemû girtiyan azadiyê dixwaze û wiha berdewam kir: "Bila tu dayik negirîn û her kes li dijî tecrîdê têbikoşe. Mafên kurdan jî heye ku azad bijîn. Em naxwazin ku zarokên me di girtîgehan de bimînin. Hemû ciwan kirine girtîgehan. Kesên sûcdar li derve ne û yên bê sûc jî girtî ne.  Bila daxwazên wan bi cih bînin em naxwazin zarokên me bikevin grevê. Bila hemû dayik rabin ser piyan, li ber girtîgehan bikevin çalakiyê. Bila her kes bi zarokên xwe re bikeve grevê. "
 
Nîharî Daniş jî got, "Ez bang li hemû dayikan dikim û dibêjim werên em bi hev re vê tecrîdê bi dawî bikin. Bila deriyên girtîgehê bên vekirin, tu kes nemire û dilê tu dayikan ne êşe. Em aştî û azadiyê dixwazin bi salan gelê me dibin tecrîdeke giran de dijî." 
 
'Em ê li pişt zarokên xwe bin'
 
Gulsum Dogma bi lêv kir ku ew naxwazin dayik bigirîn û ev tişt got, "Em naxwazin zarokên me li girtîgehan bimirin. Em tecrîdê naxwazin û naxwazin ku zarokên me bikevin grevê. Em dixwazin zarokên me azad bibin. Bila bes dayik li ber deriyên girtîgehan bigerin. Ger ku çareserî pêk neyê em ê li gel zarokên xwe bin û bi wan re di çalakiyan de bin .Bila her kes ji bo ku daxwazên girtiyan bên qebûlkirin û grev bi dawî bibe têbikoşe."