'Dixwazin bi êrişên li ser Şengalê îrade û xweseriya gel tune bikin'

  • 09:02 5 Kanûn 2020
  • Rojane
Sara Şêx Hesen
 
HELEB - Ji Rêveberiya Mala Êzîdiyan a bajarê Helebê, Raniya Cefer li ser peymana Şengalê ya di navbera hikûmeta Bexda û Hewlerê de wiha got: "Pilanek qirêj ya siyasî li ser Şengalê tê meşandin û armanca êrîşên li ser Şengalê ew e ku îradeya gelê Şengalê û xweseriya wan bê şikandin."
 
Piştî lihevkirina hikûmeta Bexda û Hewlerê ev demeke Hikûmeta Iraqê hêzên leşkerî dişîne Şengalê û dixwazin peymana ku li ser Şengalê îmze kirine pêk bînin. Li dijî vê yekê Gelê Kurd li her derê di nava çalakiyan de ne û bertekên xwe li hember êrîşan nîşan didin. Têkildarî mijarê ji Rêveberiya Mala Êzîdiyan a bajarê Helebê, Raniya Cefer nêrîna xwe parve kir. 
 
'Pilanek siyasî li ser Şengalê tê meşandin'
 
Raniya di destpêka gotina xwe de êrîşên li ser Şengalê şermezar kir û wiha got: "Gelê Şengalê piştî fermana 73'an careke din jiyana xwe ji nû ve saz kirin û sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser ava kirin. Îro careke din dijmin pilanên qirêj li ser Şengalê dimeşînin û dixwazin destkeftiyên ku gel bi dest xistine binpê bikin.  Dijmin bi vê pilanê dixwaze bi destê hikûmeta Bexda û Hewlerê pêk bîne, lê ev dem ne ew deme ku kurd bi kurd re şer bike, ev dem ew dem e ku em yekîtiya xwe ava bikin. Lê partiya PDK'ê berovajî vê yekê alîkarî û destekê dide dewleta tirk û hevkariyê bi wan re dike. Tu ferq û cudahî di navbera kurdan de tune ye, ji bo wê divê em îrade û hebûna xwe esas bigirin û derfetên wiha nedin destên desthilatdaran.  Armanca dijmin ew e ku koka kurdan tune bikin." 
 
'Dixwazin destkeftiyên gelê Şengalê tune bikin'
 
Raniya di dewama gotina xwe de diyar kir ku divê dîroka 2014'an carek din neyê jiyîn û wiha dirêjî da gotina xwe: "Bi van peymanan dixwazin cardin riya êrîşan vekin û komkujiyên nû li ser gelê Şengalê pêk were. Mixabin dema ku çeteyên DAIŞ'ê êrîşî Şengalê kirin, pêşmergeyan çekên xwe avêtin, reviyan û parastina gelê Şengalê nekirin. Bi saya gerîlayên azad YPJ/YPG'ê, gelê me yê Şengalê ji çeteyan rizgar bû. Em naxwazin fermana 73'an cardin dubare bijîn, lewma divê destek û alîkarî ji bo Şengalê were dayîn. Armanca vê peymanê ew e ku îradeya gelê Şengalê bişkînin. Divê em xeyalê dijminê kurdan pêk neynin û berovajî vê yekê yekîtiya xwe ava bikin. Gelê Şengalê bi îrade û hebûna xwe peymana ku hatiye îmzekirin wê vala derbixînin."
 
'Divê PDK pêşeroja Gelê Kurd bihizire'
 
Raniya herî dawî bang li hikûmeta Bexda û Hewlerê kir û wiha bi dawî kir: "Divê em rê nedin dijminan û destkeftiyên ku me bi xwîna zarokên xwe bi dest xistine biparêzin. Banga me ji hikûmeta Bexda û Hewlerê ew e ku bila kurdan perçe nekin. Dema êrîş tê kirin ne tenê li dijî me ye di heman demê de ev êrîş li ser PDK'ê ye jî. Armanca desthilataran ew e ku ziman, çand û ola me tune bikin. Îro cihên mîna Efrîn, Serêkanî û Girê Spî li ber çavan e."