Goristana Şehîd Harûn a Licê hat paqijkirin

  • 16:53 4 Kanûn 2020
  • Rojane
AMED - Bi pêşengtiya MEBYA-DER’ê rêxistin û saziyan, Goristana Şehîd Harûn a Licê hat paqijkirin û gorên ku hatibûn rûxandin jî hatin nûkirin. 
 
Bi pêşengtiya Komeleya Çand, Yekitî û Alîkariya Malbatên Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER) rêxistinên navend û navçeyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) paqijiya goristana şehîd Harûn ya li Licê hat kirin. Rêxistinên navçeyê yê DBP û HDP'ê yên Farqîn, Licê, Pasûr, Hênê, Bismil, Rezan, Yenîşehîr, û Peyasê jî tevlî paqijiya hat kirin bûn. Di heman demê de Komeleya Piştevaniya Malbat û Girtiyan (TUAY-DER), Komeleya Îslama Demokratîk(DÎK), Tevgera Jinên Azad(TJA) û Rêxistina Meclîsa Ciwanan jî çûn serdana goristanê. Malbat, rêveber û endamen saziyan bi hev re gorên ku haitbûn rûxandin nû kirin û nav goristanê jî paqij kirin.
 
Piştî paqijkirina goristanê li ser navê saziyên ku tevli paqijiyê bûn daxuyaniyek hat dayîn. Daxuyaniya ku  tê de pankarta “Destên xwe ji goristanên me bikşînin” hat vekirin ji aliyê  Hevseroka MEBYA-DER’ê Yuksel Almas ve hat xwend
 
Yukselê diyar kir ku li dijî gorîstanan  polîtîkayek şer a taybet tê meşandin û got: “Li navçeyên Amed û herême gelek car goristan hatin ruxandin û şewitandin. Helwest û êrîşên wan ê li dijî mirovahiyê di bîra civakê de ne. Armanca wan ew e ku bîra civakê tune bikin û ji mîrateya wan qut bikin.”
 
‘Bi sedan cenaze radestî malbatan nehatine kirin’
 
Yuksel got li deverên Tirkiyê û heremê cinazeyên ku hê nehatine dayîn û radestî malbatên wan nehatine kirin hene û ev tişt anî ziman. “Ji bo ku gel bê îrade bikin cenazeyan li goristana bêkesan defin dikin. Li Amedê 28 cenaze li goristana bêkesan  li benda definkirinê ne. Dîsa bi giştî li herêmê em dikarin vê rewşê bibîn. Li Maletî 270 cenaze, li Wanê 70 cenaza, li Sêrtê 100 û li Xarpêtê jî 30 cenaze radestî malbatan nehatine kirin. Her wiha li bajarên din bi sedan cenaze radestî malbatan nehatine kirin. Polîtîkayên şer ê taybet dûrî exlaq in. Divê dawî li van polîtîkayên xwe yên qirêj bînin.”