DFG: Di meha mijdarê de 2 rojnameger hatin girtin

  • 13:07 4 Kanûn 2020
  • Rojane
AMED - Derbarê binpêkirina mafan a rojnamegeran de DFG’ê rapora meha Mijdarê aşkera kir û diyar kir ku 8 rojnameger hatine binçavkirin, 2 rojnamevan hatine girtin.
 
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) rapora meha mijdarê ya derbarê binpêkirina mafê rojnamegeran  de eşkere kir. Di raporê de hat diyarkirin ku 91 rojnameger girtî ne, di meha mijdarê de 8 rojnameger  hatine binçavkirin û 2 rojnameger hatine girtin. 
 
Her wiha di raporê de hat gotin di mijdarê de 2 rojnameger bi tehdîdê re rûbirû mane, derbarê 4 rojnamegeran  de lêpirsîn hatiye destpêkirin, derbarê 12 rojnamegeran de doz hatiye vekirin. Di raporê de hat destnîşankirin ku di meha mijdarê de 20 sal û 3 meh cezayê zîndanê li 5 rojnamegeran hatiye birîn û darizandina 47 rojnamegeran jî bedewam kiriye. Di raporê de hat gotin di meha mijdarê de cezayê qûtkirina îlanê dane rojnameyekê û Desteya Bilind a Radyo Televîzyonê (RTUK) li 2 qenalên televîzyonê biriye û 30 nûçe û malperek înternetê ji gihandinê re hatine girtin.