'Divê em li hember dagirkeriyê ranewestin'

  • 09:05 4 Kanûn 2020
  • Rojane
Berçem Cûdî
 
KOBANÊ - Jinên ji pêkhateya Kurd û Ereb ên Kantona Kobanê bertekên xwe li dijî êrîşên dewleta tirk yên li ser navçeya Eyn Îsayê nîşan dan û gotin: "Dewleta tirk bi êrîşên xwe yên li ser Eyn Îsayê amedekariyên dagirkeriyeke nû dike. Bêdengiya hêzên Rûsyayê jî tê wateya erêkirina wan a dagirkeriyê û dayîna alîkariyê."
 
Dewleta tirk û komên girêdayî wê zêdetirî deh roj in bê navber navenda navçeya Eyn Îsa û gundewarên wê topbaran dikin. Her wiha di encama topbaranan de gelek sîvîl ku piraniya wan jin û zarok in birîndar bûne. Hêzên QSD'ê jî di çarçoveya parastina rewa de bersiva êrîşan didin. Hêzên Rûsyayê ku qaşo berpirsyarê ewlehiya herêmê ne û baregehên wan li Eyn Îsayê hene, bê helwest dimînin. Li dijî êrîşên dewleta tirk yên li ser Eyn Îsayê, jinên ji Kantona Kobanê nêrînên bi me re parve kirin.
 
'Em bi hêzên xwe bawer in'
 
Jina bi navê Bûşra El-Mûsa ya ji bajaroka Sirînê piştgiriya xwe ji bo QSD'ê anî ziman û got: "Ev zêdetirî deh roj in dewleta tirk û çeteyên wê bê navber navçeya Eyn Îsayê û gundewarên wê topbaran dikin. Qaşo li gor hevpeymanê hêzên Rûsyayê ku xwe li Eyn Îsayê bi cih kirine, berpirsyarên ewlehiya herêmê ne.  Lê weke ku tê xuyakirin ew bê helwest mane û dewleta tirk jî vê yekê weke şansekê bi kar tîne. Bêhelwestmayîna hêzên Rûsyayê tê wateya hevkariya wan a bi dewleta tirk re. Li ser vê bingehê em weke jinên ji Sirînê baweriya me bi hêzên QSD'ê heye ku ew ê rê nedin dagirkeriyeke nû, ji ber vê em ji aliyê fîzîkî û manewî ve piştgiriya wan dikin."   
   
'Hemû jî ji bo berjewendiyên xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne'
 
Her wiha jina bi navê Fatme Miso ku ji Kobanê ye êrîş nirxand û ev tişt anî ziman: "Di Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de çeteyên dewleta tirk têk çûne, lewma ew dixwazin tola çeteyên xwe hilînin. Ez serokê çeteyan Erdogan û kesên piştgiriya wî jî dikin şermezar dikim. Hêzên Rûsî, Îranî, Emerîkî, Firansî, tirkî û hwd ji dema Qazî Mihemed, Şêx Seyîd û Seyîd Riza bê navber êrîşî axa Kurdistanê dikin.  Em dibêjin ku ev hêz bê bext û dagirker in. Hemû jî ji bo berjewendiyên xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne. Hêzên Rûsyayê her roj bi dewleta tirk re dewriyeyên hevbeş dide meşandin, gelo çima ew ji dagirkeriyê re nabêje bes e? Berovajî ew xwe bê deng dikin û hevkariya wan dikin. Dewleta tirk Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî talan û wêran kirin, niha jî dixwaze bi êrîşên ser Eyn Îsayê hemleya dagirkeriyeke nû dest pê bike."
 
'Divê em li hember dagirkeriyê ranewestin'
 
Di dawiyê de jina bi navê Îman Ebûd a ji Sirînê bê dengiya civaka navneteweyî şermezar kir û wiha nêrîna xwe bi me re parve kir: "Dewleta tirk dixwaze bi van êrîşan ewlehiya herêmê bixe nava nakokiyê. Em êrîşan bi giştî û bêdengiya hêzên Rûsyayê û civaka navneteweyî bi taybet şermezar dikin. Divê em weke gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrîş û dagirkeriyê ranewestin, asta berxwedana xwe bilindtir bikin û axa xwe biparêzin. Di dema dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî de hêzên navneteweyî dîsa bê helwest man, êdî weke gelên vê herêmê baweriya me bi tu hêzên navneteweyî nayê. Tenê baweriya me bi hêzên me ku zarokên vî gelî ne, tê."