Dê Komîteya Jineolojiyê komxebatekê bide destpêkirin

  • 09:04 4 Kanûn 2020
  • Rojane
MEXMÛR - Dê Komîteya Jîneolojiyê derbarê hêza jinê de ji bo jinên endamên saziyên Mexmûrê Komxebata Jîneolojiyê li dar bixe. Têkildarî mijarê endama Komîteya Jineolojiyê Ronahî Tok wiha got:"Encama ku em ji vê komxebatê bigirin ew e ku em zanista jinê zanista jiyana rast bi gel bidin diyarkirin. Komxebata me wê di 5’ê Kanunê de ji serê sibehê dest pê bike û heta evarê berdewam bike. Ev komxebat wê rojekê dom bike."
 
Komîteya Jineolojiyê ya  Wargehe Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) dê komxebatekê di derbarê jin dikarin bi hêz bibin dest pê bike. Ev komxebat wê di 5’ê Meha Kanunê de dest pê bike. Têkildarî mijarê endama Komîteya Jineolojiyê Ronahî Tok axivî. 
 
'Ev meheke em amadekariya vê komxebatê dikin'
 
Endama Komîteya Jineolojiyê ya Mexmûrê, Ronahî Tok di destpêka axaftina xwe de wiha behsa komxebata ku dane destpêkirin kir: "Ev meheke em amadekariyên komxebatê dikin. Ev komxebata li ser bingeha xwe ifadekirina hemû jinan e. Komxebata me ji 6 katmanên jinê pêk tê. Xebatên me yên jineolojiyê ev nêzî salekê ye tên meşandin. Encamên ku me ji wê xebatê bi dest xist em ê cara yekê di komxebatek wisa de bi jinên saziyên wargehê re parve bikin. Ew tebeqeyên ku ev komxebat jê pêktê weke Jineolojî û perwerde, Parastin, Çand û h.w.d. ye. Ew kesê ku di vê komxebatê de cihê xwe digirin kesên endamên saziyan e. Her wiha ew ê mijara divê jin  çawa karê xwe bi rê ve bibe jî bê nirxandin. Ev komxebat jî wê bibe wesileya ku jin wê bikarbin bêjin hêza me heye ku em xebatan bidin meşandin."
 
'Komxebat wê rojekê dom bike'
 
Ronahî Tok di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya vê komxebatê û wiha got: "Niha jî amadekariyên vê komxebatê hîna jî berdewam e. Niha jî em ji bo  ji bo tevlibûna vê komxebatê em li saziyan belevokan belav dikin. Endamên ku tevlî komxebatê bibin wê bi awayekî vekirî xebatên xwe binirxîne. Encama ku em ji vê komxebatê bigirin ew e ku em zanista jinê zanista jiyana rast bi gel bidin diyarkirin. Komxebata me wê di 5’ê Kanunê de ji serê sibehê dest pê bike û heta evarê berdewam bike. Ev komxebat wê rojekê dom bike."