Jinên Zirganê: Sedema ewqas pirsgirêk û zehmetiyan dagirkerî ye

  • 09:03 4 Kanûn 2020
  • Rojane
HESEKÊ - Jinên Gundê Um- Hermela yê girêdayî Navçeya Zirganê, ku ji aliyê dewleta tirk û komên girêdayî wê ve tên topbarankirin, daxwaz kirin ku dewleta tirk dev ji xaka wan berde û bêdengiya Hêzên Rûsyayê şermezar kirin. 
 
Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî dagirkerên xaka xwe, bi her rêbazî li ber xwe didin û vê berxwedanê dikin malê cîhanê. Berxwedana sivîlên gundewar û navçeya Eyn Îsa, Til Temir û Zirganê ev saleke ranewestiyayê û her ev berxwedan bi rihê jin, ciwan, zarokan û kalan mezin dibe. Bi vê berxwedana xwe naxwazin axa ku li ser mezin bûne û li ser xewnên şevan rêsandine, ji dagirkeran re bihêlin. Şêniyên Gundê Um- Hermela yê ku bi 2k.m Bakurî navçeya Zirganê dikeve, ev 14 meh in bi êrîş û topbarana dewleta tirk re rû bi rû dimînin. Baregeha dewleta tirk bi 2k.m rojavayê gund dikeve. Jinên gund rewşa gund, berxwedan û zehmetiyên ku pê re rû bi rû dimînin, ji me re anîn ziman.
 
'Piştî dagirkeriyê barê me giran bûye'
 
Şemsa Dabo a 60 salî ye wiha rewşa gund bi giştî anî ziman: "Rewşa gund pir xeter e.  Taybet em bi çandiniyê debara xwe dikin, lê piştî ku dewleta tirk xaka me dagir kiriye em nikarin tiştekî biçînin. Taybet ew erdên nêzî baregeha dewleta tirk û yên nêzî çeteyan jî em nikarin nêzîkî wê bibin, ji ber tên hedefgirtin. Dewleta tirk bê serûber gund topbaran dike. Dema ku dibe êvar û em ber bi saetên şevê ve diçin, em nikarin rêya çûyîna Zirganê bi kar bînin, ji ber ku em rastî gulebaranê tên. Yên ku nexweş bikevin jî em nikarin wan rakin navenda tenduristiya Zirganê. Caran ez dibihîzim ku Hêzên Rûsî dewriyên xwe avêtine! Lê heya niha min reşê wan nedîtiye ku hatine gund û pirsa xeteriya êrîşên li ser me dike. Hêzên Rûsyayê jî êrîş û topbarana dewleta tirk nabîne û her bêdeng dimîne."
 
'Sedema ewqas pirsgirêk û zehmetiyan dagirkerî ye'
 
Fatme Abdullah jî asta xeteriya dewleta tirk a li ser jiyana gundiyan anî ziman û wiha pê de çû: "Di asta yekemîn de şênî ji ber dagirkirina xaka xwe zehmetiyan dikşînin. Ji ber bi çandiniyê debara xwe dikirin, niha zehmetiyan dibînin. Ewqas pêwîstiyên jiyanî kêm in, sedema ewqas zehmetî jî dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê ne. Baregeha dewleta tirk bi 2.km dûrî gund e, ji ber wê zarokên biçûk êdî ji ber tirsê nexweş dikevin û xwendekar ji perwerde û dibistana xwe qut bûne."
 
'Dewleta tirk jiyana me ya komînal hedef girt'
 
Fatme bi van gotinan bi dawî kir:"Ji ber xeta agir, êdî ne nan, av û ne jî mazot wekî berê digihêje me. Berê em bi rengekî komînal dijiyan, bi hev re dixebitîn lê niha ji ber dagirkeriyê zehmetî zêde ne. Hebûna dagirkeran xeteriyê li ser jiyana me çêdike."