Remziye Tosun: Tevî êrîşan nikaribûn vîna Sûrê têk bibin

  • 09:02 4 Kanûn 2020
  • Rojane
AMED - Bi ser qedexeya derketina derveyî ya Sûrê de 5 sal derbas bû parlementera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosun, şahidiya qedexeyên li Sûrê kiribû wiha got: “Desthîlatdar hemû alavên destê xwe li Sûrê bikar anî. Tevî van yekan nekarin w€ berxwedanê têk bibin. Ji ber ku gel di wê têkoşîna bêhempa de sekneke komûnal nîşan da.”
 
Pêşiya 7’ê hezîrana  2015’an li bajarên herêmê û Tirkiyeyê li hemberî Gelê Kurd û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) êrişên topyekûn hatin destpêkirin. Piştî ku pêvajoya çareseriyê ya di navbera salên 2013-2015’an de ji aliyê AKP’ê ve hat qedandin, 14’ê tebaxê de li Sûr û gelek bajaran bi pêşengiya Meclîsa Gel ve “Rêveberiya xweser” hat îlankirin. Li hemberî rêveberiya gel dewletê di 14’ê tebaxê de êrişekî mezin pêk anî. Navçeya Sûrê jî di 2’yê kanûnê de qedexeya derketina derve hat îlankirin. Di pêvajoya qedexeyê de ji ber êrîşan bi dehan kes jiyana xwe ji dest dan. Gelek xanî û avahiyên dîrokî hatin wêran kirin. 
 
Di ser qedexeya derketina derveyî ya Sûrê 5 sal derbas bû. Lê hê jî cenazeyên ku nehatine dayîn hene. Hîn kolanên ku ketina wan qedexe ye. Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Remziye Tosun jî di roja 96’an de bi zarokên xwe re ji Sûrê derket. Remziye 15 mehan di girtîgehê de ma.  Remziyeya ku şahidiya qedexeyên li Sûrê kiribû di salveger€ de ajansa me re axivî.
 
‘Desthilatdarî negihaşt armanca xwe’
 
Remziye bal kişand serpêhatiyên xwe yên 5 sal beriya niha û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Desthîlatdar, encamê hilbijartinên 7’ê Hezîranê nepejirand. Rêxistinên ciwanan li hemberî hersa îqtîdarê çalakiyên nobetê dabûn destpêkirin. Tu carî dengê şêniyên Sûrê nehat guhdarkirin. Di 28’ê mijdarê de piştî qetîl kirina Tahîr Elçî, asta êrîşan her ku diçû zêdetir bû. Wekî salên 90’î kujerên  Tahîr Elçî jî meçhûl ma. Lê em dikarin bêjin ku desthîlatdarî tu carî nekari bigihêje armanca xwe. Her çiqas cûreyên êrîşên xwe jî biguhere wê tu carî bi ser nekevin.”
 
‘Tevî êrîşan nekarîn berxwedanê têk bibin’
 
Remziye da zanîn ku 96 rojan li Sûrê berxwedanek hebû ev tişt anî ziman: “130 roj qedexeya derketina derve hebû lê ji aliyê hikûmetê 103 roj hat ragihandin. Di encama êrîşên 130 rojan de Sûr neket destê îqtîdarê. Ji ber ku li hemberê vê êrîşê vîn û hêza şêniyên Sûrê hebû. Di seranserê cîhanê de bombeyên misketê qedexe ye lê di wê pêvajoyê de ji aliyê Dewleta Tirk ve hat bikaranîn. Desthîlatdar hemû tiştên di destê xwe li Sûrê bikar anî. Tevî van yekan nekarî ew berxwedanê têk bibe. Ji ber ku gel di wê têkoşîna bêhempa de sekneke komûnal nîşan da. Ez çiqas van kêliyan bînîm li ser ziman jî nikarim bi tevahî wê berxwedanê pênase bikim.”
 
‘Dewlet ji xwenasîna gel tirsiya’
 
Remziye destnîşan kir ku di pêvajoya rêveberiya xweser de gel hat perwerde kirin û got: “Çavkaniya serhildana ciwanên Sûrê ji ber rêveberiya xweser bû. Rêveberiya xweser ku parçeyek xwe birêvekirinê ji aliyê gel ve erênî hat pêşwazîkirin. Ji ber van sedeman desthîlatdar ewqas êrîşan pêk anî. Ji ber ku dewlet ji xwenasîna Gelê Kurd tirsiya. Heke gel xwe nas bike wê mafên xwe nas bike. Gel ji bo lêgerîna mafên xwe berdelên mezin da.”
 
‘Polîtîkayên xwe berdewam dikin’
 
Remziye diyar kir polîtîkayên ku li Sûrê pêk hatin hêj jî dixwazin berdewam bikin û wiha bilêv kir: “Bi polîtîkayên şerê taybet tê xwestin ku vîna gel bidest bixin. Lewra polîtîkayên qirkirinê û çewisandinê tên meşandin. Niha jî polîtîkayê ku li Sûrê hat meşandin dixwazin bi sereke wan û li heremên din pêk were. Avêtina welatiyan a ji helîkopterê û Mûsa Orhan e ku tecawîzê Îpek Er kir û bû sedemê kuştina wê mînakên herî berçav in.”