'Dagirkerî tundî ye, li hember dagirkeriyê rêxistina xwe xurt bikin'

  • 09:01 4 Kanûn 2020
  • Rojane
Sorgul Şêxo
 
HESEKÊ - Fermandara HSNB'ê Zenûbiya Asro û Rêvebera Kongreya Star Gulîxan Tahir êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û binpêkirinên di derheqê jinan de tên kirin, nirxandin û gotin: "Em ê bi têkoşîna Hevrîn, Zehra û Hebûnan meşa ber bi azadiyê ve ruxmî hemî keleman bidomînin û dawî li tundiya li ser jinê de bînin."  
 
Dewleta tirk a ku di Adara 2018'an de Efrîn û 2019'an de Serêkaniyê û Girê Spî bi hevkariya Rêjîma Sûrî, Rûsiya û Emerîkayê kir bin kontrola xwe, heya vê kêliyê êrîşên li dijî herêmê bi her awayî, ranewestandiye. Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan li herêmê dide diyarkirin  bi sedan jin li herêmên di bin kontrola dewleta tirk de di girtîgehan de ne û hemû rengê îşkenceyê li wan tên kirin. Her wiha êrîşên ku li dijî nirxê jinê tên kirin heta niha didome.
 
Fermandara Hêzên Parastina Jinên Beth Nahrain (HSNB) Zenûbiya Asro û Rêvebera Kongreya Star a navçeya Til Temirê Gulîxan Tahir, êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û binpêkirina mafên jinan nirxandin. 
 
'Dagirkerî binpêkirina qanûnên navneteweyî ne'
 
Zenûbiya êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmê û bûyerên ku diqewimin wiha anî ziman: "Piştî ku dewleta tirk û komên girêdayî wê, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin, gelek qanûnên navneteweyî binpê kir. Bi dagirkirina herdu herêman re mafê jinê û zagonên ku qaşo mafê wê diparêzin, ew binpê kirin û jin li ser axa wê koç kirin."
 
'Em ê rê nedin dîrok xwe dubare bike'
 
Zenûbiya komkujiyên ku derheqê gelê Ermen de di sala 1915-1917'an de pêk hatin bi bîr xist û wiha dirêjî da gotina xwe:"Komkujiyên ku di nava dîrokê de derheqê gelê Ermen, Suryan, Aşûrî û Kildanîyan de pêk hatin, bi dagirkeriya dewleta tirk a herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re dîsa hat xwestin dubare bibe. Lê em ê nehêlin ku dîrok dîsa dubare bibe û komkujiyên nû derheqê gelê herêmê de pêk werin. Komkujî di asta yekemîn de jinan hedef digirin, ji ber ku jin hêza civakê ye."
 
'Nikarin navê jinê ji ferhengên jiyana herêmên dagirkirî rakin'
 
Zenûbiya bal kişand ser herêmên dagirkirî û wiha dom kir:"Piştî dagirkirina herêmên ku me anîbûn ziman, dewleta tirk û komên wê dixwazin navê jinê ji ferhenga jiyana wan herêman rakin, wekî ku tiştekî balê bikşîne ser ked û nirxê jinê tune be. Koçberî, qetilkirin, dagirkerî, şîdet, revandin, dîlgirtin û firotina jinên li herêmên dagirkirî ev bi xwe sûcekî şer e. Di heman wextê de jî tundî ye û em wekî Hêzên Parastina Jinan vê tundiyê qebûl nakin û ji bo parastina jinan em amade ne ku canê xwe jî feda bikin."
 
'Pêwîst e di derbarê sûcên derheqê jinê de lêpirsîn bên kirin'
 
Zenûbiya da xuyakirin ku dewleta tirk dijminatiya fikrê wekheviya jin û mêr dike û wiha domand: "DAIŞ û dewleta tirk wekheviya di navbera jin, mêr û jineke şerker de qebûl nakin. Êrîşên ku îro li dijî herêmê tê kirin, destkeftiyên şoreşa jinê hedef digire. Kiryarên ku îro dewleta tirk di derheqê sivîlan û taybet jinan de dike, sûcekî şer e û pêwîst e ku ji aliyê civaka navneteweyî ve rê li ber were girtin û dewleta tirk were lêpirsînkirin."
 
'Dagirkerî tundî ye'
 
Gulîxan Tahir jî kiryarên derheqê jinan a piştî dagirkeriyê bi bîr xist û wiha pê de çû: "Dagirkeriya ku li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî  tê wateya tundiya li dijî jin û civakê tevahî. Ya ku di asta yekemîn de jî bû qûrbanî û bedelên giran da jin bû. Êrîşa ku îro jin rastî wê tên, hem di aliyê madeyên hişbir, destdirêjî û îşkenceyê de bandorê li giştî civakê dike. Her wiha gihişt asta ku li gelek herêman exlaq nemîne û hemî kiryar bê lêpirsîn pêk werin."
 
'Tu rêxistinên navnetweyeyî lêpirsîna sûcdaran nekirine'
 
Gulîxanê diyar kir ku daxuyaniyên ku neteweyên yekbûyî ji bo cihên dagirkirî didin têrê nake û wiha domand: "Daxuyaniya ku neteweyên yekbûyî di derbarê kiryarên ku çeteyên girêdayî dewleta tirk li herêmên dagirkirî dikin, têrê nake ku ewqase sûcên di derheqê jinan de vebêje.  Ruxmê ku hemû kiryarên ku jin rastî wê tên bi belgekirî ne, lê tu rêxistinên navneteweyî gaveke şênber û ber bi çav navêtine û lêpirsîna sûcdaran nekirine."
 
'Ji berê bi hêztir in'
 
Gulîxanê teqez kir ku ew ê bi rêxistinbûyîna jinan pilanên dagirkeran pûç bikin û wiha dirêjî da gotina xwe: "Dewleta tirk dixwest bi kiryar û êrîşên li ser jinan hêza me bişkîne, lê berovajî vê yekê jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hêztir bûn. Her wiha em rêxistinbûna xwe li gundan, taxan û bajaran xurtir dikin. Em perwerdeyên xwe bi rêk û pêk dibînin. Em ê bi hevgirtina xwe pilanên dewleta tirk têk bibin."
 
'Îro rêxistina jinan ku bûye malê hemû cîhanê tê hedefgirtin'
 
Gulîxanê bi vê peyamê dawî li gotina xwe anî: "Em ê bi têkoşîna Hevrîn, Zehra û Hebûnan meşa ber bi azadiyê ve ruxmî hemî keleman bidomînin û dawî li tundiya jinê bînin. Pêwîst e rêxistinên mafê mirovan kiryarên ku li herêmên dagirkirî di derheqê jinan de tê kirin bibînin û bi erkê xwe ve rabin. Ji ber ku îro rêxistina jinan ku bûye malê hemû cîhanê tê hedefgirtin."